9’emîn Pakêta Darazê li dijî têkoşîna jinê ye

  • 09:04 13 Hezîran 2024
  • Hiqûq
 
Melek Avci
 
ENQERE - Ji EŞÎK’ê parêzer Ozlem Gunel Tekşen diyar kir ku 9’emîn Pakêta Darazê ya tê plankirin bê meclîsê de axivî û got ev pakêt der barê têkoşîna jinan de rîskan dihewîne û wiha got: “Sererastkirineke ku ji bo hemû jin, heta civak û muxalîfan bi rîske li pêş me ye.”
 
9’emîn Pakêta Darazê ku tê payîn vê mehê bê meclîsê, wek êrîşeke li dijî mafên jinan ên hatine bi destxistin tê dîtin. Hefteyên borî bi îmzeya serokomarê AKP’î Tayyîn Erdogan  giştînameya der barê ‘Parastin û xurtkirina malbatê’ di Rojnameya Fermî de hat weşandin.   Dildara Platforma Ji bo Jinan Wekhevî (EŞÎK) parêzer Ozlem Gunel Tekşen der barê bandora Pakêta Darazê de nirxandin kir.
 
*Beriya pêşnûmeya 9’emîn pakêta darazê bê ji bo mafê paşnavê jinan biryarek hatibû dayîn hebû.  Ev biryar ji bo jinan tê çi wateyê? Li gel vê jî ev  xal di pakêtê de cih nagire.  Hûn dikarin vê binirxînin?
 
Ji bo vê têkoşînek sedsalan hebû lê di alî hiqûqî de têkoşînek 30 salî heye. Jina bi navê Unal Tekelî dozê vedike û piştre Dadgeha Mafên Mirovan a Ewropayê Tirkiye mahkum kir. Piştre jinan şexsî doz vekirin û piştî zewacê paşnavê xwe bi kar anîn. Lê divê her kesî yek bi yek doz vekiriba. Dadgeha Destura Bingehîn xala ku sererastkirina  paşnavê jinan ya Qanûna Medenî de bi hinceta li dijî rêgeza wekheviyê ya di destura bingehîn de ye betal kir û dem da meclîsê. Vê pêvajoyê de li gorî rêgeza wekheviyê xal hat sererastkirin. Niha 9’emîn pakêta darazê de meclîsê xala Kanûna Medenî tîne. Lê li gorî biryara Destura bingehîn nîne û wisa tîne. Ev jî nîşan dide ku divê paşnavê mêr bê berdewamkirin.  Zarokan dikin hincet û dikin. Biryara Dadgeha Destura Bingehîn carek din nayê nasîn.
 
*Beriya pakêtê giştînameyek hat erêkirin û niha jî ev pakêt. Hûn wek hiqûqnasekê vê çawa dinirxînin?
 
Hemû girêdayê hev in; giştînameya malbatê, qanûna 6284 hemû girêdayên hev in. Wezareta malbatê dema lêkolînan dike dibêje em zêde li bajarên ku destberdan pirsin destpê dikin. Ji bo parastina jinan tiştek nayê kirin. Di 9’emîn Pakêtêde yek humê qanûna 6284 heye. Wê mudaxaleyê vê jî bê kirin.; kesê hatibe durxistin biryara dadgehê binpê kiribe wê hepsa bi zorê bê dayîn. Ev navbera 3 û 10 rojan d eye. Di pêkanînê de jî giştînameyê de jî sê roj hepsa malê ye. Li şûna qanûna 6284 bê berfirehkirin hîn bêtir tê tengkirin.  Dixwazin yekane hukma bi bandor ra bikin. Em bi vê pakêtê vê dibînin. Çawa pêşî li vê bê girtin çawa wê jin bên parastin nizanim.
 
*Xala we got girînge, dema jin bi mêran re bên rû hev wê bên parastin, aliyê din jî aliyê aborî heye, ji bo vê hûn dibêjin çi?
 
Wê di heman runiştin û edliyayan de jin û mêr bên rû hev. Yê parêzerên wan hene wê bi parêzerên xwe bikin. Lê mixabin her jinek parêzerê wan tune ye. Wê xwe temsîl bikin. Em vê baş dizanin k udi edliyeyê de nikarin jinê biparêzin. Jİ ber vê wê pêşiya tundiyê bê vekirin. Wek we got her barê giran l ise rmilê jinan e.  Jinên aboriya wan tuneye nikari parêzer bigirin, baro tayîn bike jî nikarin lêçûnên din bikin. Ji ber vê jin di her alî de mexdurin.
 
*Yek ji xala din a pakêtê sîxuriya bi bandore.  Der barê vê de nêrîna we çiye?
 
 
Wê li pêş azadiya çapemenî û fikr û ramanê astengiyek mezin be. Wê badnor li hemû endamên çapemeniyê bike. Wê azadiya meşandina siyasetê jî bi neyînî bandor bibe. Mînak wê pêşiya xebatên anketên hilbijartinan jî bê kirin.Sererastkirina xelake wisa wê gelek rîskan bixwe re bîne. Jin an jî hemû zanist dema xebatek zanistî bikin wê wek sîxurên Alman bên hesibandin, çi bibe em nizanin. Gelek rêxistinên jinan ji yekitiya Ewropayê fond igirin û ji bo jinan projeyan dimeşînin. Gelo wê ev jî bikevin çarçoveya sîxuriyê. Wê fona kê bikeve vê çarçoveyê. Wezaret jî digirin van fonan, muxalîf jîdigirin. Wê ev çawa bê nirxandin. Ev ji bo hemû aliyên civakê bi xetere.
 
*Di rewşa ku pakêt bê meclîsê û derbas bibe hûn wek EŞÎK wê xebatek çaw abikin?
 
Me ji bo 4 xalên pakêtê bi awayekî hevdem li gelek bajarên Tirkiyeyê daxuyanî dan û me der barê mijarê de jin agahdar kirin. Yek ji van çar xalan 6284 e, yek paşnavê jinane, ya din efûya sûcên mukerre e û bi vê wê hemû gumanbarên jin û zarokan bên bersan. Ya din jî xala ku wê bandor li hemû rojnamger, muxalîf û rêxistinên jinan, siyasetmedarn bike ye. Dixwaza me ev eku bêyî ev pakêt bê meclîsê bê vekişandin. Em hevdîtinên xwe didomînin. Divê pakêt bi giştî bê kişandin. Em her tim dibêjin divê dest nedin qanûna 6284.