Li Cizîrê mirina jinekê ya bi gûman

  • 16:16 12 Hezîran 2024
  • Rojane
 
 
ŞIRNEX - Welatiya bi navê Leyla Gulçe li navçeya Cizîrê bi awayekî bi guman jiyana xwe ji dest da. 
 
Jina bi navê Leyla Gulçe (35) ku li Taxa Dîcleyê ya navçeya Cizîr a Şirnexê li gel malbata xwe dijiya, bi awayekî guman jiyana xwe ji dest da. Endamên malbatê piştî bi rewşê hesiyan, agahî dan komên tenduristiyê. Komên tenduristiyê yên hatin cihê bûyerê diyar kirin ku Gulçe jiyana xwe ji dest daye. Hat îdiakirin ku Gulçe întîhar kiriye. 
 
Cenazeyê Gulçe rakirin Nexweşxaneya Dewletê ya Cizîrê û piştî kar û barê îfadegirtinê, li Goristana Asrî ya Cizîrê hate definkirin.