Di dîroka Gevaşê de gava yekem: Kurdî li tabelayê hat zêdekirin

  • 15:42 12 Hezîran 2024
  • Rojane
 
 
WAN – Şaredariya Gevaşê ya ku bi salan di bin desthilatdariya AKP'ê de bû, dema ku derbasî DEM Partiyê bû, dest bi pêngaveke nû kir. Li navçeyê daliqandina tabelaya bi kurdî li ber deriyê avahiyê heyecanek mezin pêk anî. 
 
Li avahiya Şaredariya Westanê ku di hilbijartinên herêmî yên 31'ê Adarê yên Wanê de cara yekem ket destê Partiya Wekhevî û Demokrasiyê ya Gelan (DEM Partî), nivîsa kurdî ya "Şerederiya Gevaşê" hat zêdekirin. Navçeya ku ji aliyekî ve bi Çiyayê Artosê yê bi heybet û li aliyê din bi qeraxa dirêj a ber bi golê ve tê naskirin, bi hêşînahiya xwe yek ji navçeyên herî populer ên bajêr e. Navçeya ku di her demsalê de ji bo turîstên xwecihî û biyanî rawestgeheke xweş e, bi salan di bin desthilatdariya AKP'ê de bû. Li navçeya ku di hilbijartinên herêmî de ketibû bin rêveberiya DEM Partiyê, daliqandina tabelaya bi kurdî ji aliyê şêniyên navçeyê ve bi coş hat pêşwazîkirin.