Li ber Wezareta Karên Derve ya Elmanyayê tecrîd hat protestokirin

  • 15:34 12 Hezîran 2024
  • Rojane
 
NAVENDA NÛÇEYAN - Kurdistaniyan li ber Wezareta Karên Derve ya Elmanyayê tecrîda li ser Rêberê PKK'ê Abdullah Ocalan protesto kirin.
 
Li ber Wezareta Karên Derve ya li paytexta Elmanya Berlînê tecrîda li ser Rêberê PKK'ê Abdullah Ocalan hate protestokirin.
 
Çalakî ji aliyê Meclîsa Jinan a Dest Dan û Nav Berlîn ve hate organîzekirin. Kurd û dostên wan beşdarî çalakiyê bûn. Di çalakiyê de hat destnîşankirin ku li Îmraliyê hiqûqa navneteweyî tê binpêkirin û wiha hate gotin: “Fikarên ji bo Rêberê Gelê Kurd û girtiyên din ên li Îmraliyê zêde dibin.”
 
Di tevahiya çalakiyê de dirûşmeyên 'Freiheit Für Ocalan', 'Eslebe Ocalan' hatin berzkirin.