Ji bo jinan destûra 8'ê Adar û 25'ê Mijdarê

  • 13:56 12 Hezîran 2024
  • Rojane
 
MÊRDÎN - Li gorî Peymana Kar a Kolektîf a ku di navbera Şaredariya Bajarê Mezin a Mêrdînê û TÛM-BEL-SEN'ê de hatiye îmzekirin, di 8'ê Adarê û 25'ê Mijdarê de xebatkarên jin wê di betlaneyê de bin û jin ji mehê carekê dikarin rojekê jî betlaneya reglê bi kar bînin.
 
Şaredariya Bajarê Mezin a Mêrdînê û Sendîkaya Kedkarên Xizmetên Şaredarî û Rêveberiyên Herêmî (TÛM-BEL-SEN) Peymana Kar a Kolektîf (TÎS) îmze kirin, ku tê de mafên karmendan ên civakî û malî bên başkirin.
 
Ji jinan re destûra reglê hat dayîn
 
Li gorî peymana ku wê di navbera 1'ê Hezîrana 2024'an û 31'ê Kanûna 2025'an de derbasdar be, jinên li şaredariyê dixebitin di 8'ê Adarê Roja Jinan a Cîhanê û 25'ê Mijdarê Roja Têkoşîna li dijî Tundiya li ser Jinan de wê rojek betlaneya meaş were hesibandin. Her wiha jin dê her meh di rojek ku ji xwe re bijartine de betlaneya reglê bistînin.
 
Ji bo zarokan wê kreş bên vekirin
 
Li gorî peymanê, ji bo zarokên xebatkarên şaredariyê de perwerdehî û xizmetên lênêrînê di nav de perwerdehiya bi zimanê dayikê jî heye, malên lênêrîna zarokan bên vekirin. Karmenda jin a ku welidîne, ji bilî "betlaneya fermî ya dayikê" wê 8 hefte betlaneya bi meaş werbigire û dê û bavê din jî li ser daxwaza nivîskî 2 hefte bikar bîne. Karmendê mêrê ku jina wî welidîne, ji bilî "betlaneya fermî ya dêûbavtiyê" dê 10 roj betlaneya zêde ya bi meaş bê dayîn.
 
Ji bo hemû memûran wê salê carekê muayene bê kirin
 
Di peymana ku hatiye îmzekirin de xebatkarên astengdar di roja yekem a xebatê ya 3'yê Kanûnê Roja Astengdaran a Cîhanê û 10-16ê Gulanê Hefteya Astengdaran de dê rojek bêhnvedanê were hesibandin. Kardêr wê salê carekê ji bo hemû memûran muayeneyê û heke encamên kontrolê neyînî bin dê muayeneyên din peyda bike. Kardêr dê "lijneya mobbingê" ava bike da ku bûyerên tacîza psîkolojîk ên ku li karmendan diqewimin bişopîne û binirxîne û polîtîkayên pêşîlêgirtinê hilîne. Di lijneyê de ji her sendîkaya destûrdar herî kêm nûnerek wê hebe.
 
Li gorî peymanê, eger karmend zewaca pirzewacî bike yan jî zewaca wî/wê hebe, ji mafên ku ji peymanê derdikevin sûd wernagire.