Ji bo lêgerîna tazî biryara neşopandinê

  • 13:42 12 Hezîran 2024
  • Rojane
 
 
STENBOL - Derbarê giliya ku nûçegihana me Esra Solîn Dal a li Girtîgeha Jinan a Bakirkoyê lêgerîna tazî lê hatibû ferzkirin kiribû, biryara neşopandinê hatibû dayîn. 
 
Nûçegîhanên Ajansa Mezopotamyayê (MA) Esra Solîn Dal, Mehmet Aslan û rojnameger Erdogan Alayûmat ku di çarçoveya lêpirsîna navenda wê Stenbol bû de di 26’ê Nîsanê de bi îdiaya “endamtiya rêxistinê” hatibûn binçavkirin û girtin, di 21’ê gulanê de hatin berdan. 
 
Rojnamevan Esra ya piştî hate girtin nêzî mehekê li Girtîgeha Jinan a Bakirkoyê di hucreya yek kesî de hate ragirtin, 2 caran lêgerîna tazî lê hate ferzkirin. Li ser vê yekê parêzera Esra Solîn, Ayşe Ozdemîr, di 14’ê gulanê têkildarî mijarê serî li Serdozgeriya Komarê ya Bakirkoyê da û gilî kir. 
 
Midûriyeta Girtîgeha Jinan a Bakirkoyê di parastina xwe ya di çarçoveya lêpirsîna hatiye destpêkirin de îdia kir ku lêgerîna tazî nehatiye kirin û lêgerîn “li gorî qanûnê” hatiye kirin.  
 
Serdozgeriya Komarê ya Bakirkoyê ya gilî û beyanên Midûriyeta Girtîgeha Jinan a Bakirkoyê lêkolînkirin îdia kir ku sûcekî ku lêkolîn bike nîne û biryara neşopandinê da.