Cezayek din dan lîstikvan Ezgî Mola

  • 12:42 12 Hezîran 2024
  • Hiqûq
 
 
STENBOL - Lîstikvan Ezgî Mola bertek nîşanî çawişê pispor Mûsa Orhan dabû ku destdirêjî li Îpek Er kiribû û bûbû sedema mirina wê. Dadgehê cezayek din da Molayê. 
 
Çawişê pispor Mûsa Orhan li Êlihê destdirêjî li Îpek Er (18) kiribû û bûbû sedema întîharkirina wê. Lê tevî vê yekê jî tecawizkar Mûsa Orhan hatibû berdan. Lîstikvan Ezgî Mola jî bertek nîşanî berdana Mûsa Orhan dabû. Ji ber vê bertekê, bi îdiaya “heqaretê” doz li Ezgî Molayê hate vekirin. Danişîna dozê li Dadgeha Hiqûqa Giştî ya li navçeya Banaz a Uşakê hat lidarxistin. Dadgehê bi îdiaya “heqaretê” 10 hezar TL cezayê tazmînatê da Ezgiyê. 
 
Beriya niha derheqê Ezgiyê de li 31’emîn Dadageha Cezayên Giştî ya Enqereyê doz hatibû vekirin û 6 hezar û 960 lîre ceza li Molayê hatibû birîn.