Li dijî xespkirina vîna gel ber bi Colemêrgê ve bi rê ketin

  • 12:05 12 Hezîran 2024
  • Rojane
 
NAVENDA NÛÇEYAN - Welatiyên ji Enqere, Îzmîr û Senbolê ji bo tevli mîtînga ku wê li Colemêrgê li dijî qeyûm bê lidarxistin bibin bi dirûşma "Em ê qeyûm bişînin" bi rê ketin. 
 
Hevşaredarê Colemêrgê Mehmet Siddik Akiş ji peywîrê hate wergirtin û qeyûm tayînî şûna wî hate kirin. Li dijî vê yekê dê sibê li bajêr mitîngek were lidarxistin. Amadekariyên mitînga li qada otogarê ya di ketina bajêr de ye didomin. Ji bo ku tevli mitîngê bibin ji gelek bajaran welatî bi rê ketin. Gelek welatî ji Stenbol, Enqere û Îzmîrê bi otobusan ber bi Colemêrgê ve bi rê ketin.
 
Stenbol 
 
Rêxistina bajarê Stenbolê ya Partiya Wekhevî û Demokrasiyê ya Gelan (DEM Partî) bi dirûşma "Em ê qeyûm bişînin" ji navçeyên Beyoglu, Yenîbosna û Kadikoyê yên Stenbolê ji bo tevlî mîtînga li dijî darbeya qeyûmê ya Colemêrgê bibin, bi rê ketin.
 
Girseya gel danê sibehê li ber avahiyên navçeyan ên  DEM Partiyê li hev civiya û li otobusan siwar bû. Kesên li Otobusan siywar bûn dirûşmên “Bi berxwedanê em ê bi ser bikevin”, “Bijî berxwedana Colemêrg”, “Colemêrg ya me ye” berz kirin. 
 
Enqere 
 
Li Enqereyê jî rêveberên navend û navçeyan ên DEM Partiyê û gelek welatî bi rê ketin. Hevserokê DEM Partiyê yê Enqereyê Fatîn Kanat ê li ser navê rêveberên partiyê û welatiyên li ber Parka Kûrtûlûşê hatin bahev axivî, diyar kir ku mitînga li dijî xespa vînê li Colemêrgê tê lidarxistin girîng e û anî ziman ku ji wezîfe girtina şaredaran a bi hincetên bêbingeh û girtina wan qebûl nakin. 
 
Fatîn Kanat, bang kir ku Viyan Tekçe ya ji aliyê Meclisa Şaredariya Colemêrgê ve hate hilbijartin, weke şaredara fermî wezîfeya xwe bidomîne. 
 
Endamê DEM Partiyê Zekî Korkmaz jî anî ziman ku weke kurdên sirgunî Anatoliya Navîn hatine girtin ji bo bibin hevkarê serhildana gelê Colemêrgê diçin û wiha got: “Ji ber ku li wir zilmeke nayê qebûlkirin heye. Ev darbeyeke heta ji darbeyekê wêdetir zulmeke. Em jî ji ber vê yekê bi reng, hebûn, çand û duayên xwe diçin ku li dijî zilmê bisekinin.”
 
Rêveberê Mamakê yê DEM Partiyê Gullu Polat jî li dijî tayînkirina qeyûm herkes vexwend Colemêrgê û bang kir ku herkes li dijî qeyûm deng derxîne. 
 
Îzmîr 
 
Welatiyên ji bo ber bi Colemêrgê ve biçin di saetên serê sibê de li ber avahiya DEM Partiyê ya Îzmîrê hatin bahev. Keça Apê Mûsa (Mûsa Anter) Rehşan Anter a di nav kesên ku diçin Colemêrgê de ye ji girseyê re ev tişt gotin: “Em jî ji bo canên xwe yên li Colemêrgê diçin. Ji bo ku em bi wan re bibin yek diçin. Me çawa Wan wergirtî be, em diçin ku Colemêrgê jî bigirin. Heke em bibin yek em dikarin her tiştî bigirin. Xwezî me ev tişt nejiyabûna. Em di şertên cuda de çûbûna Colemêrgê. Ez şermezar dikim û bila li kesên ku van bi me didin jiyîn lanet be.”
 
Rêvebera DEM Partiyê ya Konakê Rûhtan Ûlûg jî da zanîn ku li Îzmîrê li dijî qeyûm çalakiyên xwe didomînin û bi lêv kir ku ji bo gelê Colemêrgê bi tenê nehêlin îro dê biçin Colemêrgê. Ûlûg, bal kişand ku heke li dijî qeyûm têkoşîn neyê dayîn, dê berdewama vê jî were û bang li rayagiştî kir ku di têkoşîna li dijî qeyûm tê dayîn de piştgiriyê bidin û tev li çalakiyan bibin.