‘DAIŞ li Kobanê bi ser ketiba wê ev doz jî tunebûya!’

  • 09:04 12 Hezîran 2024
  • Hiqûq
 
Şehrîban Aslan
 
AMED - Yek ji parêzerên Doza Kobanê Cemîle Turhalli Balsak balkişand ser biryara hatiye dayîn û got: “DAIŞ li Kobanê bigihişta armanca xwe, qirkirina bi giştî pêk bihata û Kobanê biketa wê ev doz jî tunebûna.”
 
Di doza Kobanê de ku tê de hevserokên giştî yên berê yên Partiya Demokratîk a Gelan (HDP) Fîgen Yuksekdag û Selhattîn Demîrtaş jî tê de dihatin darizandin, Gultan Kişanak, Sebahat Tuncel, Ayla Akat Ata, Ayşe Yagci û Meryem Adibelî ku hatin tahkiyekirin der barê 21 siyasetmedarî de bi giştî  ji 400 salî  zêde ceza hat birîn. Bertekên li dijî cezayê hatiye birîn didomin.
 
Yek ji parêzerên dozê Cemîle Turhalli Balsak jî der barê pêvajoya dozê de axivî.
 
‘Zîhniyeta yekparêz nerehet kir’
 
Cemîleyê destnîşan kir ku doza Kobanê wek doza ‘tolgirtin’ û ‘kumpasê’ tê nirxandin û ev îfade hemû kakila dozê vedibêjin. Cemîleyê wiha anî ziman: “Fikra HDP’ê di civakê de hat qebûlkirin û ev wek tehdîd hat dîtin. Vê zîhniyeta yekparêz nerehet kir. HDP’ê di 6’ê Cotmeha 2014’an  de tweetek ku bal dikşand ser drama mirovahiyê ya li Kobanê weşand. Di esasê de DAIŞ li Kobanê bigihişta armanca xwe, qirkirina bi giştî pêk bihata û Kobanê biketa wê ev doz jî tunebûna. Wê siyasetmedarên HDP’ê îro nehatibana darizandin. Wê evqas ceza li wan nehatiba barandin.”
 
‘Pirsgirêkên Tirkiyeyê nayên dîtin’
 
Cemîleyê balkişand ser biryara ku ji dozê derketiye û wiha dirêjî dayê: “Ev biryar nîşan dide ku kumpas hîna didome, tolgirtin hîna neqedyaye û  fikra HDP’ê ya ji bo Tirkiyeyê wek tehdîd tê dîtin. Cezakirina vê jî bi destê darazê pêk tê. Di sedsala 21’ê de daraz li şûna siyasetê biryarê dide. Ev biryar nîşanê me dide ku pirsgirêka Kurd û pirsgirêkên din ên esas ên din wek pisgirêka Tirkiyeyê nayê dîtin.”
 
‘Darizandinek adîlane nehat kirin’
 
Cemîleyê diyar kir ku muvekîlên wan ji destpêkê de bi parastinên xwe doz îfşa kirine û der barê parastinên siyasetmedaran de jî wiha bil êv kir: “Bang hat kirin ku hemû sûcên DAIŞ’ê bên mahkumkirin û li ser navê mirovahiyê ev bang kirin. Li Tirkiyeyê hewldan heye ku hemû hêzên demokrasiyê xwe bigirin û tiştekî nekin. Di vê biryara ku hatiye dayîn de jî armanca polîtîkayên mîlîtarîst û ewlehiyê hene. Cezayên hatine dayîn bi armanca çavtirsandinê hatine dayîn. Di alî teknîka hiqûqê de gelek tiştên bên gotin hene lê ji xwe darizandinek ne adîlane hat kirin. Ji ber bûyerên hatine jiyîn tu berat dikî lê ji xala 302’an yanî ji xerakirina yekitiya dewletê ji twittekê ceza digirin. Ev rewş rewşeke dijberê îçtîhatên hiqûqî ye.”
 
‘Doza tolgirtina ji jinan’
 
Cemîleyê di dawiya axaftina xwe de anî ziman ku doza Kobanê doza daraza mêr a ji jinan tolgirtinê ye û wiha dawî lê anî: “Em hemû dizanin di sedsla 21’ê de Tevgera Jinên Kurd ji cihanê re pêşengî kir û bandora vê li cîhanê îlham afirand. Ji ber vê jî xwestin tolê ji jinan bigirin. Doza Kobanê bû doza rûmetê. Doza heqîqetê bû. Doza xwedîderketina li heqîqetê bû. Ez hêvîdar im, hêzeke gel a têkoşînê dide heye. Berpirsyariya esas ev e ku ev têkoşîn bê mezkirin. Dema ev bê kirin wê hevalên me jî azad bibin.”