Li dijî qeyûman li qadan e: Em ê rê nedin qeyûman

  • 09:03 12 Hezîran 2024
  • Rojane
Elfazî Toral
 
STENBOL - Jinan derbarê xespkirina îradeyê ya li Colemêrgê diyar kirin ku wê rê nedin qeyûman, wê çalakiyên bê navber bimeşînin û banga têkoşîn hevpar kirin.
 
Di 3'yê Hezîranê de bi talîmata Wezareta Karê Hundur qeyûm tayînî şaredariya Colemêrgê ya ku Partiya Wekhevî û Demokrasiyê ya Gelan (DEM Partî) qezenc kiribû hat kirin. DEM Partiyê bi 48.91 dengî şaredariya Colemêrgê girt. Li dijî îradeya gel hevşaredarê Colemêrgê Mehmet Siddik Akiş hat binçavkirin û piştre li Yekemîn Dadgeha Cezayê Giran a Colemêrgê 19 sal û 6 meh cezayê girtîgehê lê hat birîn. Ev 8 roj in çalakiyên protestoyî bê navber didomin. Li Stenbolê jî ev 8 roje ji aliyê rêxistinên girseyên demokratîk, saziyên sivîl û nûnerên partiyên siyasî ve qeyûm tê protestokirin. 
 
Jinê ku li dijî xespkirina îradeyê ya li Colemêrgê li kolanan têkoşîna xwe dimeşînin ji ajansa me re axivîn.
 
‘Madem we qeyûm tayîn dikir çima we hilbijartin pêk anî’
 
Fatma Yildirim da zanîn ku ew polîtîkayên qeyûm tu carê qebûl nakin û wiha pê de çû: “Serokomar Tayyîp Erdogan di mîtîngan de bi Quranê  digere û dibêje em musliman in. Lê qeyûmên ku Xweda jî qebûl nake tayînê îradeya gel dike. Gel bi îradeya xwe şaredarê xwe hilbijart. Gel şaredariya xwe bixwe hildibijêre. Madem we qeyûm tayîn dikir we çima hilbijartin pêk anî. Em qeyûman şermezar dikin û qebûl nakin.”
 
Li dijî qeyûman banga hestiyariyê
 
Fatmayê her wiha di berdewamiyê de zextên ku AKP li Gelê Kurd pêk tîne bibîr xist û wiha pê de çû: “Ji bo saltana xwe ava bike van dike. Mijar ne şexs in. Mijar kurd in. Bi mîlyonan kesên bikevin şûna hevalê me Mehmet Siddik hene. Mijar ne nav an jî şexs in. Mijar ev e ku Serokomar Erdogan û derdora wî dixwazin îradeya Gelê Kurd desteser bikin. Ger ku bêdengiya li dijî qeyûman bidome wê ev zext bidomin.”
 
‘Em ê rê nedin qeyûman’
 
Saadet Dursun jî destnîşan kir ku deshilatdariya AKP-MHP’ê Gelê Kurd hedef girtiye û wiha pê de çû: “Em ê qeyûmê tayînê şaredariya Colemêrgê bûye bişînin. Em van polîtîkayan qebûl nakin. Dewlet dibêje qey wê wisa Gelê Kurd biçewisînin. Lê mixabin ew tu carê nikarin me biçeiwsînin. Me ji duh heta îro piştevaniya xwe mezin kiriye. Em têkoşîna her diçe mezin dikin. Çalakiyên me li Stenbolê li her derê didomin. Em li dijî qeyûman dengê xwe bilind dikin. Em ê li dijî qeyûman serî netewînin. Em ê rê nedin qeyûman. Em li vir in. Em ê her tim li vir bin.”
 
‘Divê em li qadan têbikoşin’
 
Hanim Denîz jî daxuyakirin ku Gelê Kurd parçeyeke civakê û mafê wan yên herî xwezayî hene. Hanimê wiha dawî lê anî: “Gelê Kurd qeyûman qebûl nakin. Tu sûcê Mehmet Siddik Akiş tuneye. Li holê sûcek tuneye. Ev hemû hincet in. Di bin bana şaredariyê de gelek nedamên me yên meclîsê hene. Divê wan bînin cihê hevşaredê me. Lê dewleta Tirk qeyûman tayîn dike. Em vê qebûl nakin. Divê em li dijî vê bisekinin. Divê em li qadan li dijî vê têbikoşin.”