Meşvanên demokrasiyê: Divê em xwedî li îradeya xwe derkevin

  • 22:29 11 Hezîran 2024
  • Rojane
COLEMÊRG - ‘Meşa Azadiyê ya bi pêşengiya sazî û partiyên siyasî hat destpêkirin di roja duyemîn de li gundên Çelê berdewam kir. Welatiyan peyama divê gelê Kurd bibinyek dan.
 
Li dijî tayînkirina qeyûmê ser Şaredariya Colemêrgê dê li navenda bajêr di 13’yê hezîranê de mitînga bi dirûşma “Şaredarî yên gel in em rê nadin desteserkirinê” bê lidarxistin. Beriya mitîngê dê starta “Meşa Demokrasiyê”  bi pêşengiya Kongreya Civaka Demokratîk (KCD), Kongreya Demokratîk a Gelan (HDK), Partiya Herêmên Demorkatîk (DBP), Tevgera Jinên Azad (TJA), DEM Partî, Tifaqa Ked û Azadiyê, pêkhateyên DEM Partî û rêxistinên civakî yên sivîl hat destpêkirin. Meş di roja duyemîn de li gundênÇelê berdewam kir. hevseroka giştî ya DBP’ê Çîgdem Kiliçgun Uçar, parlamenter û  welatî  tevli bûmeşê bûn û li Çelê çûn serdana gundan.
 
Meşvan çûn gundê Aşut û bi dirûşmeyan hatin pêşwazîkirin. Di meşê de parlamenter Onur Duşunmez axivî û her kes vexwendiyê mîtînga 13’ê hezîranê kir û got heta qeyûm neçin wê meşa xwe bidomînin.
 
Meşvan piştre çûn gundên Zawîte, Miyanîş, Mêrgan, Gêman û Deştan.  Parlamenter Saruhan Oluç li wir axcivî û  her kes bexwendiyê berxwedanê kir.
 
Piştî meşê meşvan çûn navenda Çelê û piştî meşa ku sibê li navçeyê bê kirin wê derbasî Colemêrgê bibin û meşê temam bikin.