'Em ê encamnameya Kongreya Ciwanan bixin pratîkê'

  • 15:09 11 Hezîran 2024
  • Rojane
 
 
NAVENDA NÛÇEYAN - Desteya Ciwan û Werzîşê ya Rêveberiya Xweseriya Demokratîk bi daxuyaniyekê ragihand ku ew piştgiriya encamnameya Kongreya Ciwanên Rojhilata Navîn û Bakurê Afrîkayê dikin.
 
Desteya Ciwan û Werzîşê ya Rêveberiya Xweseriya Demokratîk a Herêma Bakur û Rojhilatê Sûriyeyê têkildarî Kongreya Ciwanên Rojhilata Navîn û Bakurê Afrîkayê daxuyaniyek da.
 
8 û 9`ê Hezîranê Kongreya Ciwanên Rojhilata Navîn û Bakurê Afrîkayê bi dirûşma "Ciwan û avakirina pêşerojeke azad" li dar ketibû. 23 tevger û rêxistinên ciwanan û nûnerên rêxistinên li herêma Bakur û Rojhilatê Sûriyeyê tev lê bûbûn. Xaleke encamnameya kongreyê jî avakirina koordînasyonekê bû.
 
Daxuyaniya ciwanan li Stada Beledî ya Reqayê ji aliyê endamê Rêveberiya Nivîsgeha Jinên Ciwan a Desteya Ciwan û Werzîşê Emîne Berkel ve hate xwendin. Endamên desteyê û hevserokatiya wê jî hazir bûn.
 
Di daxuyaniyê de hate diyarkirin ku lidarxistina kongreyê bi pêşengiya ciwanan, însiyatîfeke girîng e û ji bo ciwanan serkeftin e.
 
Her wiha hate destnîşankirin ku encamnameya kongreyê, ji bo ciwanan perspektîfek e û deste dê wan bixe pratîkê û têkoşîna ciwanan a li Bakur û Rojhilatê Sûriyeyê mezintir bike heta ku azadiya fîzîkî ya Rêberê PKK'ê Abdullah Ocalan bi dest bixin û projeya neteweya demokratîk bi ser bixin.