'Gelê Kurd wê bi îradeya xwe dawî li desteserkirinê bîne'

  • 13:59 11 Hezîran 2024
  • Rojane
 
NAVENDA NÛÇEYAN - Desteya Rêveber a Herêmê û Şaredariyên Kobanê nerazîbûn nîşanî desteserkirina şaredariya Colemêrgê û girtina hevşaredar Mehmet Siddik Akiş dan û diyar kirin ku gelê Kurd wê bi îradeya xwe dawî li desteserkirinê bîne.
 
Di 3’ê Hezîranê de Hevşaredarê Colemêrgê Mehmet Siddik Akiş hat binçavkirin û Şaredariya Colemêrgê hate desteserkirin. Li dijî desteserkirina şaredariyê û girtina hevşaredar nerazîbûn berdewam dike. Endam û rêveberên Desteya Herêmî û Şaredariyên Kobanê li dijî desteserkirinê li pêşiya Şaredariya Kobanê daxuyanî da.
 
Di daxuyaniya ku ji aliyê Felek Yûsif ve hat xwendin de wiha hate gotin:
 
"Hilbijartin amûrek bingehîn e ji bo bihêzkirina demokrasiyê. Bi taybetî di derbarê hilbijartinên şaredariyan de. Ji sala 2016’an û vir ve em bûne şahidê azwerî û îradeya gelê Bakurê Kurdistanê û Tirkiyê ku mafê xwe yê diyarkirina çarenûsa xwe bi kar tînin.  
 
Di 31’ê Adara 2024’an de hilbijêran bi çûna ser sindoqan ev îradeya xwe careke din nîşan da û şaredariyên xwe ji bin dagirkeriya dewleta tirk rizgar kirin. Lê belê, desthilatdariya AKP’ê ya bi serkêşiya Erdogan di demek kurt de careke din destwerdan kir. Ji bo betalkirina encamên hilbijartinan dest avêt hevşaredarên serketî û dixwaze careke din bi dagirkirinê bi rê ve bibe.
 
Bajarê Wanê ku diviyabû pêşengiya vê guherînê bikira, rastî gelek astengiyan hat. Lê berxwadanî û îradeya welatiyan nehişt ku Erdogan şaredariya Wanê desteser bike. 
 
Li Colemêrgê jî gel îradeya xwe di hilbijartinan de nîşan da û ji bo hevşaredariyê Mehmet Siddik Akiş hilbijart. Li dijî wê desthilatdariya Tirk tehemûl nekir û bi hinceta piştgirîdayîna Kobanê Hevşaredar Mehmet Siddik Akiş girt û piştre ji ber dozê 19 sal û 6 meh cezayê girtîgehê lê birî. Hewl didin bi vê yekê dengê gel qut bikin û  îradeya gel desteser bikin.”  
 
Ev kiryar ji bilî hewldana cemidandina îradeya gel û rûbirûbûna eşkere ya daxwaz û xeyalên wan ên siberojeke demokratîk, tiştekî din diyar nake. Gelê Kurd û Tirk vê rastiyê qebûl nekiriye û qebûl nakin, ji ber ku daxwaza demokrasiyê ji her hewldana tepisandinê kûrtir û xurtir e. Gelê Colemêrgê li dijî desteserkirinê û zilmê derdikevin û diyar dikin ku piştgirî dayîna Kobanê helwesteke mirovî ye û redkirina neheqî û dagirkeriyê ye.
 
Em weke Desteya Rêveberiya Herêmî li Kantona Firatê û Şaredariyên Kantona Firatê, piştgiriya xwe ya ji bo berxwedana gelê Kurd a li Bakurê Kurdistanê û bi taybetî gelê Colemêrgê û helwesta wan a domdar ji bo pêkanîna pîvanên demokratîk, nîşan didin. Em pêkanînên zordest ên dewleta Tirk ên li ser vîna gelê Kurd li Bakurê Kurdistanê, şermezar dikin.
 
Em bang li rêxistinên cîhanê yên alîgirên mafên mirovan in dikin ku, ji bo ronîkirina astengiyên li pêşiya pêvajoya demokrasiyê ya li Tirkiyeyê erka xwa pêk bînin û ji wan dixwazin ku îradeya azad a gelên Tirkiyeyê xurt bikin û piştgiriyê bidin wan. Serketin ji bo îradeya gelan."