Qedexeya derketina derveyî welat a Sofya Alagaş nehat rakirin

  • 11:29 11 Hezîran 2024
  • Hiqûq
 
 
AMED - Danişîna doza Hevşaredara Sêrtê Sofya Alagaş hat lidarxistin. Di danişînê de ku Sofya ji ber xebatên rojnamegeriyê tê darizandin û biryara qedexeya derketina derve nehat betalkirin. 
 
Hevşaredara Sêrtê Sofya Alagaş dema rojnamegerî dikir derheqê wê de bi îdiaya “Endamtiya rêxistinê” doz hatibû vekirin. 4’emîn danişîna doza Sofya li 5’emîn Dadgeha Cezayên Giran a Amedê hat lidarxistin. Sofya tev li danişînê nebû. Nûnerê DÎSK Basin-Îşê Hakki Boltan jî danişîn şopand. 
 
Parêzerê Sofya, Resûl Temûr di danişînê de got ku miwekîla wî ji ber xebatên rojnamegeriyê tê darizandin û xwest ku biryara qedexeya derketina derveyî welat were betalkirin. 
 
Şandeya dadgehê ev daxwaz red kir. Şandeyê xwest ku ji Midûriyeta Emniyetê ya Amedê re nivîs were nivîsandin, derheqê şahidê nepen ê di dosyaya Sofya de muzekkere were nivîsandin, piştî bersiva tê şandin dê biryar were dayîn bê ka dê li şahidê nepen were guhdarîkirin an na. Danişîna dozê taloqî 22’yê cotmehê hate kirin.