'Em gelê xwe vedixwînin mitînga xwe ya di 13’ê Hezîranê de'

  • 11:14 11 Hezîran 2024
  • Rojane
 
COLEMÊRG - “Meşa Demokrasiyê” ya li dijî tayînkirina qeyûm li Geverê di roja duyemîn de berdewam kir. Parlamenter Serhat Eren got wê îradeya gel bi ser bikeve û berxwedana wan li her deverê bidome. He wiha hat gotin:"Em gelê xwe vedixwînin mitînga xwe ya di 13’ê Hezîranê."
 
Li Colemêrgê wê li dijî qeyûm di 13’ê hezîranê de bi pêşengiya Kongreya Civaka Demokratîk (KCD), Kongreya Demokratîk a Gelan (HDK), Partiya Herêmên Demorkatîk (DBP), Tevgera Jinên Azad (TJA), DEM Partî, Tifaqa Ked û Azadiyê, pêkhateyên DEM Partî û rêxistinên civakî yên sivîl, mitînga “Şaredarî yên gel in, em rê nadin desteserkirinê” bê lidarxistin. 
 
Beriya mitîngê li navçeyên Colemêrgê meş hat destpêkirin. “Meşa Demokrasiyê” ya duh ji navçeya Şemzînanê dest pê kir, di roja duyemîn de li navçeya Geverê ber bi navçeya Çelê ya Colemêrgê ve berdewam dike. Meşvan serê sibehê li ber avahiya DEM Partiyê ya Geverê kom bûn. Hevseroka Giştî ya DBP’ê Çîgdem Kiliçgun Ûçar, parlamenterên DEM Partiyê û welatî tev li meşê bûn. 
Di meşê de dirûşmên wek, “Jin jiyan azadî”, “Qeyûm bicehime, şaredarî yên me ne” û “Bijî berxwedana Colemêrgê” hatin berzkirin. Hevseroka DEM Partiyê ya Colemêrgê Humeyra Armût di meşê de axivî û banga piştevaniya li dijî qeyûm li gelan kir. 
 
‘Îradeya gelê Colemêrgê hat desteserkirin’ 
 
Paşê Parlamenterê DEM Partiyê yê Amedê Serhat Eren axivî û destnîşan kir ku gel 8 roj in li dijî desteserkirina îradeya xwe li ser pêya ye û got: “Îradeya gelê Colemêrgê hat desteserkirin. Ev desteserkirin li dijî mafê ziman, çand, bijartin û hilbijartinê yê gelê kurd e. Ev mesele tenê ne meseleya Colemêrgê ye. Ev demokrasiya Tirkiyeyê eleqedar dike. Lewma divê hemû gelên Tirkiyeyê piştevaniya dijqeyûm bike. Heke faşîzm li Colemêrgê têk biçe wê li her cihî têk biçe. Em hemû gelê xwe û rêxistinên sivîl vedixwînin mitînga xwe ya di 13’ê hezîranê de. Em dikarin wisa dawî li polîtîkaya qeyûman bînin. Ev meş wê heta ku îradeya gelê kurd lê bê vegerandin, heta dawî li desteserkirina îradeya gel were anîn wê bidome. Wê li dijî vê desteserkirina îradeya gelê me, li her cihî berxwedana me bidome. Wê îradeya gelê me bi ser bikeve. Ro îro ye. Ji destê kî çi tê divê bike.” 
 
Piştî daxuyaniyê meşvan ber bi Çelê ve derketin rê.