Jinên Wanî: Em ê li dijî qeyûman têkoşîna xwe mezin bikin

  • 09:04 11 Hezîran 2024
  • Rojane
 
WAN - Çalakiyên li dijî tayinkirina qeyûma a ji bo şaredariya Colemêrgê dewam dikin. Jinên Wanî dan zanîn polîtîkayên înkarê bi tecrîdê ve girêdayî ne û peyama mezinkirina têkoşînê ya ji bo her derê dan. 
 
Di hilbijartinên 31'ê Adarê de gelê kurd li dijî îktidara bi dijminatiya kurdan xwe xwedî dike, bi ser ket. Bi stratejiya gelê kurd AKP ber bi hilwişandineke mezin ve çû. AKP dewsa demokrasiyê pêş bixe bi gotina "nermkirinê" hewl dide muxalefetê bigire gel xwe û kurdan bi tenê bihêle. Tevî van gefan gelê kurd li Kurdistanê çûn ser sindoqan. AKP ku encamên hilbijartinê tehemul nekir bi rêya dizî, talankirin, tayinkirina qeyûman dîsa di rojevê de ye. 
 
Şermezarkirin dewam dike
 
Di 3'yê Hezîranê de bi talîmata Wezareta Karê Hundur qeyûm tayînî şaredariya Colemêrgê ya ku DEM Partiyê qezenc kiribû hat kirin. DEM Partiyê bi 48.91 dengî şaredariya Colemêrgê girt. Li dijî îradeya gel hevşaredarê Colemêrgê Mehmet Siddik Akiş hat binçavkirin û piştre li 1'emîn Dadgeha Cezayê Giran a Colemêrgê 19 sal û 6 meh cezayê girtîgehê lê hat birîn. Li dijî biryarê li Colemêrgê û gelek cihên dinê çalakiyên li dijî qeyûman hatin lidarxistin. 
 
'Em ê li her qadê bertekê bidin'
 
Gulnaz Kaymaz da zanîn ew ê berteka xwe bidomînin û wiha got:"Bi salan e mafê gelê kurd dixwin. Serokomar qeyûman tayînî şaredariyên me dike. Ji gelê kurd dibêjin 'terorist'. Kî ji me re dibêjin 'terorist' ew bi xwe terorist in'. Gelê kurd li her qadê bertekê nîşanî vê yekê dide. Em ê berteka xwe bidomînin. Ew ê gelê kurd tim li dijî neheqiyê bisekine. Em qeyûman qebûl nakin. Bila xwedê qebûl neke."
 
'Gel qeyûman qebûl nake'
 
Sariye Dindar jî da zanîn gelê kurd bi ser ket û wiha got:"Tayinkirina qeyûman zilm e divê vê zilmê nekin. Her alî li dijî vê neheqiyê derdikevin. Li Wanê gotin em mazbatayê nadin kesên ku bi ser ketine û li dijî vê yekê jî nerazîbûneke mezin hat nîşandan. Heger vê carê jî hewldanek wiha çê bibe wê kevir li ser kevir nemîne. Gel qeyûman qebûl nake. "
 
'Deng namûs e em ji bo namûsê çûn ser sindoqan'
 
Munife Koçak bertek nîşanî kesên li hember qeyûman bêdeng in da û got:"Deng namûs e em ji bo namûsê çûn ser sindoqan. Bila kes Colemêrgê bi tenê nehêle. Divê her kes li dijî xespa îradeyê bertekê nîşan bide. Em tu carî tayinkina qeyûm qebûl nakin."
 
'Heta tecrîd ranebe wê tayinkirina qeyûman dewam bike'
 
Munife da zanîn ew her tim li dijî tayinkirina qeyûman aştiyê diparêzin û wiha pê de çû:"Ev ji 3 salî zêdetir e xeber ji Rêberê PKK'ê Abdullah Ocalan nayê girtin. Niha li dijî tecrîdê li girtîgehan çalakî didomin. Li girtîgehan mafên zarokên me tên binpêkirin. Heta tecrîd ranebe wê tayinkirina qeyûman dewam bike. Divê em li şaredariyên xwe xwedî derkevin. Me dengê xwe da heqê me ye. Divê her kes li îradeya xwe xwedî derkeve."