Rastiya Kurdistan û Tirkiyeyê: Pêşeroja zarokan di xeterê de ye

  • 09:03 11 Hezîran 2024
  • Rojane
 
Elfazî Toral 
 
STENBOL - Endama Komîsyona Hafizê û Mafê Zarokan a OHD'ê parêzer Melek Ramazanoglu, diyar kir ku li hemberî keda zarokan tedbîrên têrker nehatine girtin û got: "Sîstema kapîtalîst keda zarokan weke keda erzan dibîne. Divê divê pêşî li vê rewşê bê girtin."
 
Li Tirkiyeyê her ku diçe xizanî û bêkarî zêdetir dibe û herî zêde jî zarok bi bandor dibin. Bi vî yekê re karkeriya zarokan jî zêdetir dibe. Ji ber ku zarok wek hêza kar ên herî erzan tê dîtin û di şert û mercên herî xirab de bê kontol tên xebitandin. Li Tirkiyeyê di nav 10 zarokan zarokek wek karker bê ewlehî tên xebitandin. Ji hêla Rêxistina Xebatê ya Navneteweyî (ILO) li dijî karkeriya zarokan, 12'yê Hezîranê Roja Têkoşîna li Dijî Karkeriya Zarokan a Cîhanê îlan kir.  
 
Ligel tevahiya cîhanê li Tirkiyeyê jî zarok ji ber polîtîkayên dewletê ji mafê perwerdê, tenduristî, starbûn, xurekê û parastinê nikarin sûdê bigirin. Di şert û mercên îro de zarok bê pêşeroj tên hiştin. Çend qanûna kar a 4857'an zarokên ku ji 15 salî biçûktir nikarin bixebitin, li gorî peymanên navneteweyî jî zarokên di bin 18 salî de xebitandin qedexeye jî li Tirkiyeyê zarokên ji 15 salî biçûktir tên xebitandin. 
 
Endama Komîsyona Hafize û Mafê Zarokan a Komeleya Hiqûqnasên Ji bo Azadiyê (OHD), parêzer Melek Ramazanoglu derbarê mijarê de ji ajansa me re axivî. 
 
Hêza herî bi erzan 
 
Melek diyar kir ku li Tirkiyeyê ji her 10 zarokan zarokek wek karkerek dixebite û got: "Hem li Tirkiyeyê û hem jî li cîhanê pirsgirêka karkeriya zarokan heye û derketiye asteke herî jor. Mixabin li Tirkiyê dayik û bav, polîtîkayên dewletê û nêzîkatiya civakê zarokan dixe vê rewşê. Li cîhanê di nav pergala kapîtalîst e hewcedarî bi hêza erzan heye. Zarok jî di vê mijarê de dibin muxatab." 
 
Binpêkirina mafê zarokan
 
Melek, daxuyand ku, mafê herî bingehîn a jiyanê ya zarokan tê binpêkirin û wiha bi lêv kir: "Di temenê biçûk de xebitandin tê wateya mehrûmkirina mafê perwerdê û tenduristiyê. Ev yek dibe sedema mezinbûna zarokan di hêla fîzîkî de. Ji ber ku zarok di şert û mercên giran de dixebitin ji mafê xwe yê heyî nikarin sûdê bigirin. Ev yek ji ber hilberîna kapîtalist, hêza erzan pêk tê. Ji ber ku zarok mafê xwe nizanin, ne bi rêxistinkirî ne bêqeyd dixebitin û bi darê zorê tên xebitandin." 
 
'Peyman û qanûn nayên pratîzekirin'
 
Parêzer Melek, da zanîn ku li Tirkiyeyê qanûna li hemberî karkeriya zarokan nîne û wiha dirêjî da axaftina xwe: "Di nav xebatên navneteweyî ya têkildarê zarokan de Tirkiye gelek peyman îmze kiriye. Di navbera salên 2020'î û 2023'yan de wezarek di qada karkeriya demsalî de bi Wezareta Xebatên Civakî û Malbatê de derbarê zarokan de belgenameyeke stratejîk îmze kir. Ji bo 12 hezar karokan 30 milyon TL budçe veqedand û stratejiyek danî li ber xwe. Gelo di sala 2023'yan de ji vê projeyê sûdê girtin? Hejmara karkerriya zarokan kêm bû gelo? Ango şert û mercên xebatên yên zarokan hatin sererastkirin? Em nizanin." 
 
'Dewlet karê xwe pêk nayne'
 
Melek di axaftina xwe de bal kişand ser mufredata perwerdê û wiha nêrînê xwe anî ziman: "Di nav vê mufredatê de mafê bingehîn a zarokan divê bikeve meriyetê. Divê zarok hêj di temenê biçûk de mafê xwe hîn bibe. Bi taybetî jî zarokên ku karkeriya demsalî dikin, divê mafê xwe yê perwerdê bizanin û biçin dibistanê. Lê em dibînin ku kontrol nayê kirin. Dema zarokek bi malbata xwe re biçe divê malbat agahî bide mamoste û midûriyeta dibistanê. Di vê helê de jî mekanîzmayên kontrolê yên dewletê jî karê xwe pêk nayne." 
 
Dane nayên aşkerakirin
 
Melek da zanîn ku di sala 2022'yan de TUÎK, derbarê karkeriya zarokan de lêkolînek kir û lê zarokên ku bi navê çiraxtiyê didin xebitandin di daneyên fermî yên Tirkiyeyê de xuya nakin û wiha dirêjî da axaftina xwe: "Dewlet wekî di vir de pirsgirêk nîne tevdigere û daneyan jî aşkera nake. Em dizanin ku gelek zarok bi navê çiraxtiyê di nav şert û mercên herî xirab de tên xebitandin. Zarokên ku 15 saliya xwe tije kiribe bi navê çiraxtiyê tên xebitandin û li vir di hêla qanûnê de kêmasiyek heye. Li dijî karkeriya zarokan divê dewlet plansaziya dema kurt û dema dirêj derxe. Her wiha bernameyên ku dê derxin an jî bernameyên ku niha di meriyetê de ye, divê ji hêla saziyên sivîl ên ku mafê mirovan diparêzin û bê alî kotrolê bikin."
 
Rola rêxistinên sivîl
 
Melek, destnîşan kir ku divê rêxistinên sivil ji bo pêkanîna mafê zarokan zextê li mekanîzmayên navneteyeyî bike û wiha bi lêv kir: "Daneyên ku di navbera salên 2012- 2016'an nîşanî me dide ku di hêjmara karkeriya zarokan de kêmbûnek heye. Lê belê piştî salên di navbera salên 2012-2016'an ev hejmar her ku çûye zêdetir bûye. Diyar e ku ev yek ji ber pirsgirêkên pergalê pêk tê. Li dijî vê yekê di vê rêvebertiyek û sepandinek û kontrolkirina vê ji hêla rêxistinên sivîl ve bên kirin."