ROJEVA 11'Ê HEZÎRANA 2024'AN

  • 09:00 11 Hezîran 2024
  • Rojev
 
* Endama Komîsyona Hafizê û Mafê Zarokan a OHD'ê parêzer Melek Ramazanoglu, diyar kir ku li hemberî keda zarokan tedbîrên têrker nehatine girtin û got: "Sîstema kapîtalîst keda zarokan weke keda erzan dibîne. Divê divê pêşî li vê rewşê bê girtin." BI DÎMEN
 
* Keça Dayika Aştiyê Ferîde Karsu ya ku jiyana xwe di nava têkoşînê de derbas kir Aynûr Taş, diyar kir ku dayika wê ji bo kes jiyana xwe ji dest nede bûye Dayika Aştiyê û destnîşan kir ku wesiyeta dayika xwe ya ku dayika wê wesiyeta "Dest ji têkoşînê bernedin" li dû xwe hiştiye. DÎMEN HEYE
 
* Çalakiyên li dijî tayinkirina qeyûma a ji bo şaredariya Colemêrgê dewam dikin. Jinên Wanî dan zanîn polîtîkayên înkarê bi tecrîdê ve girêdayî ne û peyama mezinkirina têkoşînê ya ji bo her derê dan. DÎMEN HEYE
 
* Ji rêveberên MA Muzîkê Evîn Tîryakî derbarê 6'emîn Rojên Muzîkê yên Ma ku di 1'ê Hezîranê de dest pê kir de axivî û diyar kir ku çalakiyên wan di heman demê de bersiva asîmîlasyonê ye. Her wiha beşdaran jî xwestin ku çalakiyên bi vî rengî berdewam bikin. BI DÎMEN
 
*Sebahat Tuncel pêvajoya binçavkirinê û pêvajoya siyasî ya giştî nirxand û got, “AKP’ê xwest hêviya serkeftinê ji mirovan bibire. Xuya ye bi zext, zor û polîtîkayên şîdetê yên ku ji sala 2015’an ve dimeşîne, tirs xistiye nava civakê û bi ser ketiye û dixwaze hêviya gel bişkîne. Niha divê em vê hêviyê vejînin. Aştî û azadî ne tiştekî ku hikûmet bide me ye, em ê bi têkoşîn û berxwedanê bi ser bikevin." BI DÎMEN
 
*Siyasetmedarên ji bo mîtînga 13'ê Hezîranê ya wê li dijî tayînkirina qeyûm a li Şaredariya Colemêrgê bê lidarxistin, gotin, "Em hêvî dikin ku hemû gelê me xwedî li vîna xwe derkeve." BI DÎMEN