Wê li Êlihê li dijî qeyûman meş bê lidarxistin

  • 23:33 10 Hezîran 2024
  • Rojane
ÊLIH - DEM Partî wê sibê li Êlihê li dijî qeyûman meşekê li dar bixe.
 
Li dijî tayînkirina qeyûmê li Şaredariya Colemêrgê û girtina Hevşaredar Mehmet Siddik Akim, wê sibê li Êlihê meşek bê lidarxistin. Meşa ji Rêxistina Bajarê Êlihê ya Partiya Wekhevî û Demokrasiyê (DEM) heta Şaredariya Êlihê saet di 18.00’an de destpê dike. Hevserokê Giştî ya Partiya Herêmên Demokratîk (DBP) Keskîn Bayindir dê beşdarî meşê bibe.
 
Banga beşdariyê
 
Hevseroka Giştî ya DEM Partiyê ya Êlihê Songul Korkmaz gelê Êlihê vexwend meşa li dijî qeyûman. Hevserokê bajarê DEM Partiyê Mistefa Mesût Tekik jî got, “Ji bo şermezarkirina desteserkirina îradeya gel a ji aliyê qeyûman ve em bi gelê xwe re hefteyeke nobed û çalakiyan li dar dixin.
 
Hevserokê me yê DBP'ê Keskîn Bayindîr jî wê tevli meşê bibe. Em hemû gelê xwe yê hestiyar vedixwînin meşa xwe ya sibehê."