Çalakîyên 'Deng bidin azadiyê' dewam dikin

  • 19:00 10 Hezîran 2024
  • Rojane
NAVENDA NÛÇEYAN - Di çalakiya “Deng bide azadiyê” ku bi daxwaza azadiya fîzîkî ya Rêberê PKK’ê Abdullah Ocalan û rakirina tecrîdê li pêşiya girtîgehan hatiye destpêkirin de bang hate kirin ku bi Abdullah Ocalan re hevdîtin were kirin. 
 
Çalakiyên bi daxwaza azadiya fîzîkî ya Rêberê PKK’ê Abdullah Ocalan, rakirina tecrîda girankirî û çareserkirina pirsgirêka kurd a bi rêyên demokratîk hatiye destpêkirin didomin. Xizmên girtiyan îro li gelek bajaran li pêşiya girtîgehan çalakiya “Deng bide azadiyê” li dar xistin. 
 
Êlih
 
Gelek xizmên girtiyan û nûnerên rêxistinên civaka sivîl li pêşiya Girtîgeha Tîpa T a Êlihê çalakiya “Deng bide azadiyê” li dar xistin. Beşdaran pêşmalkên “Tecrîd sûcê li dijî mirovahiyê ye” li xwe kirin. Polîsan bi hinceta biryara “qedexeya çalakiyan” a Walîtiya Êlihê xwestin çalakiyê asteng bikin. Lê girseyê guh neda astengiya polîsan û li pêşiya girtîgehê daxuyanî da. 
 
Parlamentera DEM Partiyê Zeynep Oduncu di çalakiyê de wiha got: “Tifaqa AKP-MHP’ê tecrîdê didomîne. Li welatekî edalet lê heye emniyet bi tirs û xofê li pêşberî gel nasekine. Tecrîdê rakin. Tu sûda şer ji bo kesekî nîne.” 
 
Girseyê piştre çalakiya rûniştinê li dar xist. Çalakî bi dirûşmên "Bijî berxwedana zindanan" û "Em ê bi berxwedanê bi ser kevin” bi dawî bû. 
 
Îzmîr
 
Xizmên girtiyan û Komeleya Piştgirî û Piştevaniya bi Malbatên Girtî û Hikûmxwaran re ya Egeyê (EGE TUHAYDER) jî di çarçoveya çalakiya “Deng bide azadiyê” de li pêşiya Girtîgeha Kiriklar a Îzmîrê daxuyanî da. Girseyê gelek caran dirûşmên “Bijî berxwedana zindanan” û “Qeyûm ji Colemêrgê bicehime” berz kir.
 
Hevserokê DEM Partiyê yê Îzmîrê Mehmet Kurşun di çalakiyê de got ku ji bo rakirina tecrîda li ser Rêberê PKK’ê Abdullah Ocalan çalakiyê li dar dixin û ev tişt anî ziman: “Em ji bo cîbicîkirina aştiyê û pergaleke demokratîk li vir in. Ji bo pirsgirêkên vî welatî bi rêya guftûgoyê bên çareserkirin, divê birêz Abdullah Ocalan bikare bi parêzer û malbata xwe re hevdîtinan bike. Tecrîd, rêbazekî îşkenceyê ye û nayê qebûlkirin.” 
 
Mehmet, bal kişand ser tayînkirina qeyûm a li Şaredariya Colemêrgê û wiha bi dawî kir: “Mudaxilekirina mafê bijartin û hilbijartinê êdî veguherandine rêbazekê. Em tayînkirina qeyûm a li Şaredariya Colemêrgê bi tundî şermezar dikin.” 
 
Piştî axaftinê çalakiya rûniştinê hat lidarxistin û çalakî bi tililiyan bi dawî bû.
 
Edene
 
Li Edeneyê bi pêşengiya xizmên girtiyan bi tevlîbûna gelek sazî û dezgehan li ber Girtîgeha Kurkçuler daxuyanî û daxuyaniya çapemeniyê hat dayin. 
 
Li vir Hevseroka  AATUHAY-DER'ê Nuran Ozdeş daxuyanî da. Di daxuyaniyê de hat ji bo edaletê divê tecrîd bi dawî bibe. 
 
Piştre çalakiya rûniştinê hat lidarxistin.
 
Mêrsin
 
Li Mêrsînê li ber Girtîgeha Tersûsê daxuyanî hat dayin û çalakiya rûniştinê hat lidarxistin.
 
Li Mêrsînê li ber Girtîgeha Tersûsê daxuyanî hat dayin û çalakiya rûniştinê hat lidarxistin. Li vir dirûṣma “Bijî berxwedana zîndanan” hat berzkirin. 
 
Hevserokê DEM Partiyê Reşat Aşan li vir da zanîn pirsgirêk encax bi rêya dîyalogê bê çareserkirin û got ger tecrîd rabe wê feyda wê li vî welatî bê.
 
Çalakîya rûniştinê bi dirûşman bi dawî bû.
 
Amed 
 
MED TUHAD FED, TJA, DBP, hevserokên DEM Parti Pinar Sakik Tekin û Abbas Çiftçi, Dayikên Nobetên Edaletê tevlî çalakiya Deng Bidin Azadiyê ya Amedê bûn.
 
Dirûṣma “Bijî berxwedana zindanan” hat berzkirin.
 
Abbas Çiftçi li vir da zanîn heta çareserî pêk were wê li berxwe bidin û got çareseriya meseleya kurd bingeha çareseriya pirsgirêkan e. 
 
Daxuyanî bi dirûşma  “Bijî berxwedana zindanan” û çepikan bi dawî bû.