Civaknas Zozan: Dewlet bi xwe re nayê rû hev

  • 09:03 9 Hezîran 2024
  • Rojane
 
 
Rozerîn Gultekîn
 
STENBOL - Civaknas Zozan Bîlge sedema meşandina qirkirina çandî ya li hember Kurdan de bi gotinên wekê "Dewlet sedsale bi tabuya xwe ya din re nayê rû hev" tîne ziman û wiha dibêje: “Çareserî aşkera ye. Divê mafên Gelê Kurd bên radestkirin.”
 
Sed sal in li ser gelên kêmar û Kurdan polîtîka qirkirin û asîmîlasyonê tê meşandin. Ev polîtîka nava demê de teşe guhertin û wek polîtîkayên şerê taybet derketin pêşberî me. Ne tenê qetilkirin wek înkar û tunekirinê jî polîtîkayên xwe zêde kirin. Yek ji parçeyên polîtîka şerê taybet qirkirina çandê ye. 
 
Civaknas Zozan Bîlge derbarê qirkirina çandî de ji ajansa me JINNES'ê re axivî. 
 
Zozanê da zanîn ku çand wek tecrubeyê jiyana kolektîf a civakê tê îfadekirin û wiha got: “Çand civakê heyî dike. Beramberê hemû tiştên ku civakê heyî dike ye. Tunekirina vê çandê jî qirkirina çandî ye. Bi pergala ziman, kevneşopî, bîr û bawerî, huner, sazî û dezge, erdnîgarî, derdor û aborî çand tê avakirin. Nirxên ku civakê heyî dikin e. Qirkirina çandî pêkanînên wekê tunekirina, astengkirin, qedxekirina çandê ye. Li Tirkiyeyê dîroka enosentrîzm kevn e. Li hember komên kêmar îdeolojiya dewletê her tim derket pêşberî me. Li hember Ermenî, Rûm, Yahudî û gelek olên din polîtîkayên tunekirin û neqebûlkirinê hatin meşandin.”
 
Qirkirina çandê 
 
Zozanê da zanîn ku qirkirina çandî ya li hember Kurdan ji damezrandina komarê heta niha berdewam kiriye û wiha pê de çû: “Piştî salên 80’î ev zêdetir bûye. Qexekirina kurdî, bi zor koçberkirin, formên perwerdê de, polîtîkayên nifûsê, guhertin navê cih û waran ketin jiyanê. Seranserê salên 90’î polîtîkayên dewletê zêde bû. Me li bajarên kurdan şahidiya tirs, fikar û şer kir. Roja îro de bi alavên cuda yên ragîhandin û çapemeniyê û her wiha rêya qeyûman vê dikin.”
 
‘Dewlet bi tabuya xwe re nayê rû hev’
 
Zozanê destnîşan kir ku qirkirina çandî ji têkoşîna hebûna Kurdan û daxwazên neteweyî cudatir nikare bê dest girtin û ev tişt bi lêv kir: “Dewlet ev sed sale bi tabuya xwe ya kêmar-cudahiyan re nayê rû hev. Her tim li dijî daxwazan ker û lal ma. Her tim li pey tirkbûnê, yekparêziyê çû. Pêkanînên hîn giran û hişk xistin jiyanê. Dema ev kir jî nasname û ziman qedexe kir. Erdnîgarî jî xizan kir. Bi operasyonên leşkerî texrîbatek mezin kir.”
 
Rola çanda populer
 
Zozanê balkişand ser rola çanda populer ya di qirkirinê de û wiha vegot: “Çanda populer di asîmîlasyonê de wek alav tê bikaranîn. Bi alavên ragîhandinê çanda populer tê afirandin û koma hedef diçewisîne. Civaknasê Fransî Pîerre Bourdîeu dibêje çanda populer ji bo ku hêzên serdest hegemonya xwe bidin meşandin wek alav bikar tînin. Komên serdest, çanda populer kontrol dikin û îdeolojiya xwe li ser aliyên berfireh empoze dikin.”
 
Qeyûm ji bo qirkirina çandî alav e…
 
Zozanê balkişand ser qeyûmên ku sê demên tên tayînkirinê û wiha domand: “Sê deme qeyûm tên tayînkirin. Ev ji qirkirina çandê serbixwe nîne. Girêdayê qirkirina çandê ye. Çareseriya li dijî polîtîkayên asîmîlasyon û qirkirinê aşkera ye. Divê mafên Gelê Kurd bên radestkirin û daxwazên wan bên guhdarkirin. Divê pêşiya demokratîkbûnê bê vekirin. Ji bo vê jî têkoşîn û piştevanî girîng e. Divê em dest ji hêviyên xwe bernedin.”