ROJEVA 09'Ê HEZÎRANA 2024'AN

  • 09:00 9 Hezîran 2024
  • Rojev
 
* Gel ji ber krîza aborî nikare hewcedariyên xwe bigirin. Pirsgirêkên tenduristiyê jî ji ber xwe negîhandina dermankirin û dermanan mezin dibin. Dîlber Ozan bi salan e li dijî tumora mêjî têdikoşe û ji ber xizaniya ku her diçe giran dibe nikare derman bibe. BI DÎMEN 
 
* Civaknas Zozan Bîlge sedema meşandina qirkirina çandî ya li hember Kurdan de bi gotinên wekê "Dewlet sedsale bi tabuya xwe ya din re nayê rû hev" tîne ziman û wiha dibêje: “Çareserî aşkera ye. Divê mafên Gelê Kurd bên radestkirin.” BI DÎMEN 
 
*Hevşaredara Gogsiyê Bahar Goksû ku dibêje “Me şaredariyeke ku bûye wek xirbeyan girt". diyar kir ku piştî giştînameya hatiye parvekirin astengiyek mezin li pêşiya wan çêbûye. Bahar, da zanîn ku ligel hemû astengiyan jî ew ê xizmetê bidin gelê xwe û gotin: “Bila gelê me li me bawer be.” BI DÎMEN 
 
* Li Curnê Reş ku di 2’yê hezîranê de hilbijartin hatin nûkirin DEM Partî bi serket. Hevşaredara DEM Partiyê ya Curnê Reş Garîp Yeşîl wiha got: “Em ê bi tu awayî butçeya şaredariyê ji bo daxwaz û hewcedariyên xwe bikar neynin. Em ê butçeyê ji bo hewcedariyên gel bikar bînin.” BI DÎMEN