Jinan bi sedan name ji CPT’yê re şandin

  • 18:33 8 Hezîran 2024
  • Rojane
NAVENDA NÛÇEYAN - Meclîsa Jinê ya Şehîd Evîn Goyî li dijî îşkenceya Îmraliyê bi sedan name ji CPT’yê re şand.
 
Meclîsa Jinê ya Şehîd Evîn Goyî jî tevlî kampanyaya şandina nameyan a ji CPT’yê re bûn ku li dijî tecrîda Îmraliyê ji aliyê Tevgera Jinên Kurd a Ewropayê ve hatiye destpêkirin.
 
Jinên Kurd ên li paytexta Parîs Fransayê ji bo CPT’ê erka xwe bi cih bîne ketin tevgerê.
 
Jinan di çarçoveya kampanyayê de bi sedan name berhev kirin û birin postaxaneya li banliyoya Vîllîers-le-bel a Parîsê.
 
Di nameyan de hate diyarkirin ku demildest destwerdanê li ser tecrîda mutleq a li ser Rêberê PKK’ê Abdullah Ocalan bê kirin. Jinan wiha gotin: “Rêber Apo vîna gel û jinan e. Em ê ji bo azadiya fîzîkî ya Rêbertiya xwe dest ji têkoşînê bernedin. Heta tecrîd bi dawî bibe wê têkoşîna me dewam bike.”