Li Helebê panel: Azadiya me girêdayî vîna me ye

  • 16:02 8 Hezîran 2024
  • Rojane
 
NAVENDA NÛÇEYAN - Nivîsgeha Jinan a MSD'ê, panelek bi sernavê "Rola rêxistinên jinan û bandora wan li rewşa jinên sûriyeyî (Rastî-Astengî)" li dar xist û gotin, kengî jin xwedî bi îrade û serbixwe bin, dê vê demê dê azad bin.
 
Nivîsgeha Jinan a Meclisa Sûriya Demokratîk (MSD), panelek bi sernavê "Rola rêxistinên jinan û bandora wan li rewşa jinên sûriyeyî (Rastî-Astengî)" li dar xist. Panel bi beşdariya jinên endam û nûnerên partiyên siyasî û saziyên civaka sivîl li hola civînan a li taxa Şêxmeqsûd a Helebê hat lidarxistin.
 
Panel bi deqeyeke rêzgirtin dest pê kir. Piştre mijara yekemîn a panelê ya bi navê "Rewşa rêxistinên jinên sûriyeyê" ji aliyê endama Nivîsgeha Jinan a MSD’ê Îman Elo ve hat nirxandin.
Îman Elo bal kişand ser bandora aloziya  Sûriye ya ji zêdekirî 13 salan ve li ser jinan û got: "Jin ji bo ji bandorên aloziyê xilas bibin gelek hewldan kirin. Jinan li deverên cûda yên Sûriyeyê bi armanca dagirtina valahiya ku ji ber aloziyê çêbûye komele û rêxistinên jinan ava kirin. Rola jinan di civaka sivîl de derket pêş ku bi xwezaya jin û rihê azadiyê ve hemaheng e."
 
Îman,  her wiha bal kişand ser rewşa jinan a li herêmên di bin serweriya hikumeta Şamê û herêmên di destê dewleta Tirk û çeteyên wê de û wiha axivî, "Li Herêma Bakur û Rojhilatê Sûriyeyê rewş cûda ye. Pergalên serdest bi salan rolan jinan înkar û paşguh kiribûn. Lê piştî ew qase sal jinan roleke sereke di avakirina Rêveberiya Xweseriya Demokratîk a Herêma Bakur û Rojhilatê Sûriyeyê de lîstin. Di hevpeymana civakî de mafên jinan di hemû aliyan de mîsoger e. "
 
Mijara duyemîn a panelê ya bi navê "Astengiyên li pêşiya rêxistinên jinên li Sûriyeyê" ji aliyê endama Nivîsgeha Jinan a MSD’ê Roşîn Silêman ve hat şîrovekirin.
 
Roşîn Silman diyar kir ku ji ber hikumeta Şamê daxwazên gel bi cih nayîne, hêzên navneteweyî ji bo berjewendiyên xwe destwerdan kir. Roşîn got ev destwerdan bandoreke xirab li aborî û binesaziya herêmê kir.
 
Roşîn Silêman bi van gotinan rêbaza bidawîkirina astengiyên li pêşiya jinan vegot "Divê bi rêya ragihandinê bang li hemû rêxistinên têkildarî jinan were kirin ku ji bo rizgarkirina jinên Sûriyeyê ji rewşa zehmet û xetere, ji bo kêmkirina bandorên karesatî yên şerê kar bikin, ji ber ku azadiya jinan girêdayî îrade û xweseriya wan. "
 
Beşdaran li ser mijarên panelê nêrînên xe anîn ziman. Hevseroka Malbenda Heleb a Rewşenbîrî Leyla Xalid got: "Eger em lêhurbûnekê li ser dîrokê çêbikin, em hîn bibin ku jinan di tevahî qadan de pêşengtiyeke adilane dikirin. Jin ji bo pêşxistina şêwazê jiyan dixebitîn. Lê bi demê re rola wan hat paşguhkirin û înkarkirin."
 
Rêvebera Komîteya Kar û Barên Olî Nesrîn Îsaîl jî ji jinan xwest ku bi xwe bawer bin ku dê karibin astengiyan derbas bikin. Nesrîn serketinên ku jinan li Bakur û Rojhilatê Sûriyeyê bi dest xistine vegot.