ÎHD’ê pankarta ‘Ji qeyûman re na’ daliqand

  • 15:51 8 Hezîran 2024
  • Rojane
 
STENBOL - Şaxa ÎHD’a Stenbolê bi armanca protestokirina tayînkirina qeyûm, pankart li avahiyê komeleya xwe ve daliqand. 
 
Şaxa Komeleya Mafên Mirovan (ÎHD) a Stenbolê bi armanca tayînkirina qeyûm a ser Şaredariya Colemêrgê protesto bike li avahiyê xwe ve pankarta “Ji qeyûman re na, ji îradeya gel re rêzdar bin” daliqand. 
 
Hevjîna Fehmî Tosûn ê di binçavkirinê de hatiye windakirin Hanim Tosûn piştî ku pankartê daliqandin daxuyaniyekî kurt da û destnîşan kir qeyûmê tayînî Colemêrgê kirine bêhiqûqî ye, dê tu caran hînî vê yekê nebin û diyar kir ku ew ê li dijî vê yekê heya dawiyê li ber xwe bidin. Hanim axaftina xwe wiha domand: “Li Kurdistanê îradeya gel tê xespkirin. Em vê bêhiqûqiya hatiye kirin qebûl nakin ji ber wê vê pankartê li vê derê daliqînin. Em tim li hemberî qeyûman in û dê bi tu awayî vê yekê qebûl nekin.” 
  
Piştre Sekretera Şaxa ÎHD’a Stenbolê Oya Ersoy destnîşan kir ku qeyûmê li Şaredariya Colemêrgê hatiye tayînkirin “darbe” ye û wiha axivî: “Dixwazin yên ku nekarîne bi siyasetê bi dest bixin, bi qeyûman dest datînin ser û ev yek nayê qebûlkirin. Ev tê wê wateyê ku li vî welatî demokrasî nîn e. Mafê bijartin û hilbijartinê mafê sereke yê welatiyan e. Xespkirina îradeyê ya bi riya qeyûman ji gelê wê derê re tê wateya gotina ‘hûn ne welatî ne’. Em desthilatê ji vê derê carekî din hişyar dikin. Divê îradeya gelê Colemêrgê were nasîn û dest ji polîtîkayên qeyûm were berdan.”