Xizmên Windayan: Em ê têkoşîna xwe bidomînin

  • 14:00 8 Hezîran 2024
  • Rojane
 
NAVENDA NÛÇEYAN - Li Êlih, Îzmîr û Colemêrgê xizmên windayan gihaştin hevdû û banga pêk anîna edaletê kirin. 
 
Çalakiya xizmên windayan a bi dirûşma “Bila winda bên dîtin, faîl bên darizandin” li gelek bajaran pêk hat. 
 
Êlih 
 
Çalakiya 636’emîn a “Bila winda bên dîtin, faîl bên darizandin” a malbatên windayan li ber Bîrdariya Mafên Mirovan a Cadeya Gulistanê pêk hat. Rêxistinên DEM Partiyê û DBP’ê yên Êlihê, Tevgera Jinên Azad (TJA), Egîtîm Sen, Meclisa Dayikên Aştiyê ya Êlihê û gelek malbatên windakiriyan û parazvanên mafên mirovan beşdar bûn. Metna daxuyaniya ku wêneyên welatiyên di bin çavan de hatine windakirin hatin hilgirtin de rêveberê Şaxa ÎHD’a Êlihê Rêzan Baytar xwend. 
 
Di çalakiyê de aqûbeta Îsa Gok ê di hezîrana 1994’an de li Êlihê hate windakirin hate pirsîn û çîroka wî hate xwendin. 
 
Daxuyanî bi çalakiya rûniştinê bi dawî bû. 
 
Colemêrg 
 
Şaxa ÎHD'ê ya Colemêrgê û Xizmên Windayan jî li Geverê li kolana Hunerê di hefteya 126'emîn de kom bûn. Baroya Colemêrgê, endamên Dayikên Aştiyê, ÎHD'a Colemêrgê, Xizmên Windayan, Rêxistinên DEM Partî û BDP'ê û gelek kes beşdarî çalakiyê bûn. Di çalakiya vê heftê de jî wêneyên kesên ku hatine qetilkirin û windakirin hatin hildan. Daxuyanî ji hêla endama ÎHD'ê ya Colemêrgê Pinar Zengin Şen ve hat xendin. 
 
Pinar, di daxuyaniyê de diya kir ku li welat bi hezaran ke  hatin qetilkirin û kiryarên wan nehatin diyarkirin û got: "Dayik tenê daxwaza edaletê û aşkerakirina li aqûbeta zarokên xwe dikin. Em dixwazin ev zilm bi dawî bibe."
 
Pinar dû re behsa windakirina Vasif Ozturk a ku bavê 7 zarokan bû li Amedê di sala 1994'an de hatibû windakirin kir û da zanîn ku kiryarên wî nehatin diyarkirin. Pinar, da zanîn ku 30 sal in li aqûbeta Vasif ê ku di binçavan de hatî windakirin dipirsin û heta ku aqûbeta wî bê diyarkirin dê têkoşîna xwe bidomînin. 
 
Îzmîr
 
Şaxa Komeleya Mafên Mirovan (ÎHD) a Îzmîrê çalakiya xwe ya “Bila winda bên dîtin, faîl bên darizandin” ku du hefteya carekê pêk tîne li ber Sumerbanka Kevin a Konakê li dar xist. Di daxuyaniya ku pankarta “Winda wijdan in, xwedî lê derkeve” û “Faîl diyar in, windakirî li ku ne” hate vekirin de gelek kes tev li daxuyaniyê bûn. Metna ku bi zaravayê kurmancî hatiye amadekirin ji aliyê Hevseroka Şaxa ÎHD’a Îzmîrê Zîlan Gumuş, tirkiya wê jî ji aliyê rêvebera ÎHD’a Îzmîrê Gulay Bîlîcî ve hate xwendin. Di çalakiya vê hefteyê de faîlên Edîp Aksoy (31) û Orhan Cîngoz ên piştî di 7’ê hezîrana 1995’an de hatin binçavkirin hatin windakirin hate pirsîn. 
 
Zîlan Gumuş a çîroka Aksoy û Cîngoz xwend, diyar kir ku cenazeyên wan hêj radestî malbatên wan nehatiye kirin û çend sal derbas bibin bila derbas bibin jî dê dest ji lêgerîna windakiriyan bernedin.