Bertekên li dijî qeyûm: Bedel çi dibe bila bibe em amade ne

  • 09:03 8 Hezîran 2024
  • Rojane
 
Nazlican Nûjîn Yildiz
 
ÎZMÎR - Jinan bertek nîşanê xespkirina îradeya li Colemêrgê dan û wiha gotin: “Qeyûm kelepçeya li îradeya gel hatiye xistinê ye. Li dijî polîtîkayên qeyûm têkoşîn girînge.” Jinan her wiha banga tevlibûna çalakiyên li  li dijî qeyûm hatine detpêkirin kirin.
 
Bi destê wezareta karê hundir a AKP’yî di 3’yê hezîranê de hevşaredarê DEM Partî yê Colemêrgê Mehmet Siddik Akiş hat binçavkirin û piştre jî qeyûm tayînê şûna wî hat kirin. Li dijî vê protesto didomin û li hevşaredar Mehmet Siddik Akiş  19 sal û 6 meh ceza hat birîn. Li Kurdistan û Tirkiyeyê li dijî biryarê bertek her diçin zêde dibin, berxwedan didomin. Li Îzmîrê jî jinan bertek nîşanê qeyûm dan û diyar kirin ku wê li dijî vê  bedel çi dibe bila bibe têkoşîna xwe dê bimeşînin. Jinan her wiha banga tevlibûna çalakiyên li dijî qeyûm li hemû kesî kirin.
 
'AKP di hilbijartinan de derbek mezin xwar'
 
Hevseroka DEM Partiyê ya Îzmîrê Vezan Karabulut da zanîn ku di hilbijartinên 31’ê Adarê de gel li dijî desthilatdariyê bi ser ketiye û wiha got: “Serkeftina Kurdistanê darbeyek mezin li AKP’ê xist. Gel carek din xwedî li îradeya xwe derket û gelek bajar û navçe bi deset xistin. Lê hema piştî wê hewl dan hevşaredarê Wanê ji peywirê bigirin. Lê gel bi îrade û sekna xwe Wan şûnde girt.”
 
‘Ev xespkirina îradeyê ye’
 
Vezanê di berdewamiyê de anî ziman ku tiştên hatine jiyîn bi hewldana xespkirina îradeya Wanê sînor nemaye û wiha domand: “Şaredariyê Colemêrgê hat binçavkirin û qeyûm tayînê şûna wî hat kirin. CArek din darbe li îradeya hemû gelan xistin. Rêveberiyeke 2-3 mehan bû. Lê qeyûm tayîn kirin. Hevşaredar binçavkirin û girtin. 19 sal  û 6 meh ceza lê hat birîn. Ev bi tu awayî bi hiqûqê nikare bê vegotin. Ev xespkirina îradeya gel e.”
 
‘Qeyûm darbe ye’
 
Vezanê di dawiyê de bi lêv kir ku qeyûm kelepçeyeke li îradeya gel hatiye xistinê ye û wiha domand: “Gel, demokrat, parêzvanên maf li dijî vê rewşê derketine. Qeyûm darbeye, darbe nayê qebûlkirin. Wê DEM Partî, li her derê deng bilind bike. Piştî daxuyaniya me li Îzmîrê da şûnde bi piştgiriya raya giştî me çalakiya runiştinê da destpêkirin. Em bang li hemû kesî dikin ku tevli çalakiyê bibin.”
 
‘Divê têkoşînek topyekun bê dayîn’
 
Endama Piştevaniya Mor Berfîn Buyukertaş da zanîn ku divê li dijî qeyûman têkoşînek topyekun bê dayîn û wiha got: “ Divê perspektîfek têkoşînê ya hevpar bê xêzkirin. Li Kurdistanê 9 sal e polîtîka qeyûm heye. Di hilbijartinên 31’ê Adarê de îradeya gel bi ser ket. Lê faşîzma AKP-MHP’ê dîsa hewl da  îradeya gel xesp bike.Me ev faşîzm li Kurdistanê bi polîtîkayên qeyûm dîtin. Kesekî ku ji aliyê  YSK’ê ve hatiye erêkirin û hilbijartin qezenc kiriye, ji peywirê tê girtin. Li Wanê jî heman tişt kirin. Gel daket kolanan û ji ber vê neçar man şûnde bikişin.  Ya ku para rewşenbîr, demokrat, muxalîfan dikeve mezinkirina têkoşînê ye. Li dijî faşîzmê ancax bi têkoşînê em dikarin biserkevin.” 
 
‘Bedel çi dibe bila bibe em amade ne’
 
Salîha Tektaş jî da zanîn ku ew tayînkirina qeyûman şermezar dikin û wiha domand: “Em qeyûman qebûl nakin.Îradeya gel nikare bê binpêkirin.Li Colemêrgê piştî hilbijartin hat qezenckirin, tayînkirina qeyûman dijhiqûqiyek mezine. Bedel çi dibe bila bibe em vê qebûl nakin. Em hene û em ê xwedî li doza xwe erkevin.”
 
Ji bo çalakiya li Îzmîrê bang
 
Endama Sendîkaya Tum-Emeklî-Sen Leyla Çalişkan jî destnîşan kir ku hemû îradeya gel tê çewisandin û got ew li dijî tayînkirina qeyûmane û wiha pê de çû: “Ez wek kesek DEM Partiyî li cem gelê Colemêrgê me. Li Îzmîrê li dijî qeyûm çalakî hatin destpêkirin. Em hemû gel bên gel hev. Em li dijî vê bisekinin. Çalakiya me ya runiştinê heye. Bila hemû kes tevli çalakiya li Îzmîrê bibin. Bila piştgiriyê bidin ku ew jî sibê vê dijhiqûqiyê nejîn.”