Doza Dayikên Şemiyê hat taloqkirin

  • 21:21 7 Hezîran 2024
  • Rojane
STENBOL- Danişîna Doza Dayikên Şemiyê ku tevî biryara Destûra Bingehîn jî çalakiyên wan tên astengkirin, ji bo "guhdarkirina parastina bersûcên parastina xwe nedane" hat taloqkirin.
 
Tevî biryara "binpêkirinê" ya Destura Bingehîn jî, çalakiya 950'yemîn a Dayikên Aştiyê hatibû astengkirin. Gava dayikan xwestibû çalakiya xwe bidomîne, der barê wan de doz hatibû vekirin.
 
Danişîna dozê ya Dayikên Şemiyê îro li Dadgeha Cezayê Giran a 27'an a Stenbolê hat lidarxistin. Dadgehê ji bo "guhdarkirina parastina bersûcên parastina xwe nedane" hat taloqkirin. Danişîna bê wê di 4'ê Cotmehê de bê lidarxistin.