Ji bo şaredariya DEM Partiyê qedexeya komkirina çopê!

  • 19:23 7 Hezîran 2024
  • Rojane
ŞIRNEX - Şaredariya Sîlopiyê bi wesîleya Roja Hawirdorê ya Cîhanê xwest bernameyê pêk bîne lê qedexeya walîtiyê hincet hat nîşandan û hat astengkirin. 
 
Şaredariya Sîlopiyê ya DEM Partiyê bi wesîleya Roja Hawirdorê ya Cîhanê xwest bernameya komkirina çopê pêk tîne lê polîsna qedexeya walîtiyê hincet nîşan da û asteng kir. Beriya  bernameyê polîsan  ketin û têketinên rê girtin. Lİ dijî vê parêzerên şaedariyê çûn Serdozgeriya Komarê ya Sîlopiyê û serlêdana sûc kirin.
 
Hevşaredarên Sîlopiyê Jiyan Ormanli û Renas Onuk, parlamentera Şirnexê Nevroz Uysal Aslan, Mehmet Zekî Îrmez û xebatkarên şaredariyê li ber şaredariyê bi poşetên çopê daxuyanî dan. Jiyan Ormanli daxuyanî xwend û da zanîn ku ew vê pêkanînê qebûl nakin û şermezar dikin.