Di Nobeda Aştiyê de bertekên li dijî qeyûm

  • 16:08 7 Hezîran 2024
  • Rojane
 
NAVENDA NÛÇEYAN - Di Nobeda Aştiyê ku ji aliyê ÎHD'ê hat girtin de bertek nîşanî tayînkirina qeyûm a li şaredariya Colemêrg ê hat dayîn.
 
Komeleya Mafên Mirovan (ÎHD) di çarçoveya çalakiya xwe ya nobedê ku her roja înê ya hefteya ewil  mehê de, bi dirûşma, "Ji bo aştiya civakî em rêzê ji îradeya gel re bigirin" li gelek bajaran çalakî li dar xist. 
 
Wan
 
ÎHD'ê li Wanê li avahiya komeleya xwe Nobeda Aştiyê bi dirûşma "Ji bo aştiya civakî rêz ji îradeya gel re" û "vîn, ne emanet" pêk anî. Ji rêveberên ÎHD'a Wanê Firat Durmaz daxuyaniya çapemeniyê xwend.
 
'Mafê berxwedanê yê gel ji aliyê polîsan ve hat astengkirin'
 
Firat, di destpêka axaftina xwe de bi bîr xist ku Hevşaredarê Colemêrgê Mehmet Siddik Adkiş ji aliyê Wezareta Karên Hundir ve hat binçavkirin û li şûna wî qeyûm tayîn kir û wiha got: “Piştî qeyûm tayînî şaredariyê hat kirin. Li Colemêrg, Wan û Amedê,  wekî salên 90'î rewşa awarte hat îlankirin, li Colemêrgê çalakî hatin qedexekirin, gelek rêxistinên girseyî yên demokratîk û nûnerên rêxistinên sivîl rastî tundiya polîsan hatin û bikaranîna mafên wan yê protestoyî yê demokratîk ji aliyê polîsan ve hat astengkirin."
 
'Divê kiryarên derqanûnî demildest bên rakirin'
 
Firat di berdewamiya axaftina xwe de daxuyaniya Serokê Giştî yê AKP’ê Tayyîp Erdogan a der barê mijarê de bi bîr xist û got, “Çiqasî gotiye divê biryara darazê kesî bêzar neke.  Girtina hevşaredarê  ku bi dengê gel hatiye hilbijartin, ji kar dûrxistin. 3 meh piştî hilbijartinên herêmî, tevahiya raya giştî ya Tirkiyeyê şok kir. Vê yekê min gelekî xemgîn kir. Em bang li hemû partî û rêxistinên saziyên sil dikin ku li dijî vê dijqanûiyê bê bertek nemînin."
 
Firat herî dawî got, "Ji bo demokrasî û aştiyê dema me ya ku em winda bikin tune ye."
 
Amed
 
Nobeda aştiyê ya ku ÎHD di roja înê ya hefteya yekemîn a her mehê de bi awayekî hemwext li hemû şaxên xwe pêk tîne, li Şaxa Amedê jî hate lidarxistin. Cîgira Seroka Şaxa ÎHD'ê ya Amedê Suzan Mehmetoglû Aksoy, di çalakiya nobedê ya ku vê mehê li dijî tayînkirina qeyûman bi dirûşma "Ji bo aştiya civakî rêz li vîna gel bigirin" û nûnerên saziyên sivîl jî amade bûn de daxuyaniya hevpar xwend.
 
'Em qeyûman qebûl nakin'
 
Serokê Şaxa ÎHD'ê ya Amedê Ercan Yilmaz beriya daxuyaniyê axivî û got, "Em ê di meha Hezîranê de bi saziyên sivîl re Nobeta Aştiyê li dar bixin. Li Colemêrgê tayînkirina qeyûm û cezayê ku li hevşaredar hat birîn hat nîqaşkirin. Di hefteya dawî de jî em dixwazin pirsgirêka Kurd  bê çareserkirin."
 
Piştre Cîgira Seroka Şaxa ÎHD'ê ya Amedê Suzan Mehmetoglû Aksoy metna daxuyaniyê xwend.
 
Piştî daxuyaniyê çalakiya rûniştinê hat lidarxistin û nobet bi dawî bû.
 
Elih
 
Di nobeda ku li Şaxa ÎHD'ê ya Êlihê hat lidarxistin de, daxwaza çareseriya pirsgirêka Kurd hat dubarekirin. Di daxuyaniyê de bang li hikûmetê hat kirin ku dev ji polîtîkaya qeyûman berde.