Daneşîna doza êrîşa li dijî malbata Şenyaşar hat dîtin

  • 15:43 7 Hezîran 2024
  • Hiqûq
 
MELETÎ - Di danişîna doza êrişa li dijî Malbata Şenyaşar de  Emîne Şenyaşar diyar kir ku lawê wê Fadil neyê berdan ew ê çalakiya xwe ya nobedê bidomîne. Dadgeha ku Fadil berneda dinşîn taloq kir.
 
Danişîna şeşemîn a doza êrişa li dijî Malbata Şenyaşar li 3’yemîn Dadgeha Cezayê Giran a Meletiyê hat lidarxistin. Têkildarî êrişê der barê 30 kesan de doz hatiye vekirin lê 4 jê girtî ne. Ferdê malbata Şenyaşar, Fadil Şenyaşar ku bav û du birayê wî hatin qetilkirin ev 6 sal in li Girtîgeha Xarpêtê tê ragirtin. Fadil Şenyaşar bi rêya SEGBÎS’ê beşdarî danişînê bû. Bersûcên din Enver Yildiz, Mekaîl Şîmşek û Celal Yildiz jî ji girtîgeha lê girtîbûn bi rêya SEGBÎS’ê di danişînê de amade bûn. 
 
Emîne Şenyaşar û lawê xwe parlamenterê DEM Partiyê Ferît Şenyaşar ku bi salane nobeda edaletê digirin, Hevberdevka Komîsyona Hiqûqê ya DEM Partiyê Sevda Çelîk Ozbîngol û gelek parêzer beşdarî danişînê bûn. 
 
Danişînê bi tespîta nasnameyê dest pê kir û li şahidan hat guhdarîkirin. Şahidên bûyerê qala roja ku ferdên malbatê li Nexweşxaneya Dewletê ya Pirsûsê hatin kuştin kirin. 
 
'Cihê komkujiyê paqij kirin'
 
Parêzer Sevda Çelîk Ozbîngol û Bulent Dûran pirsên der barê paqijiya ku li cihê bûyerê hatine kirin, ji şahid Gokhan Serdal kirin. Serdal got ku li cihê bûyerê ne paqijiya lêkolînê ya polîsan, personelên paqijiyê li wir paqijî dikirin. 
 
Serdal paşê bersûcên girtî li ser SEGBÎS’ê teşhîs kir.  
 
Ji şahidan li Emîne Kilinç jî hat guhdarîkirin. Kilinç da zanîn ku alîgirên malbata Yildiz li nexweşxaneyê hewl dan ku qirika qurbanî Adil Şenyaşar bi camê bibirin û kêliya ku ji sedyeye hat girtin û xistin ambûlansê dengê çekan bilind bû û xwe avêtine erdê. 
 
Kilinç jî li ser SEGBÎS’ê bersûcan teşhîs kir. Parêzerê malbatê Hîdayet Enmek îtîrazî teşhîsa li ser SEGBÎS’ê kir. 
 
‘Ez ê çalakiyê bidomînim’ 
 
Emîne Şenyaşar jî axivî û xwest lawê wê Fadil bê berdan û got: “Lawê min berdin ku em biçin mala xwe. Nexwê ez ê li Enqereyê çalakiya xwe bidomînim.” 
 
Ferît Şenyaşar jî axivî û destnîşan kir ku her danişîn neheqî li wan tê kirin û got biraziya wî keça Fadil dema bavê wê tê girtin 6 mehî bûye û niha bûye 6 salî û ew li benda bavê xwe ye. 
 
Dozger der barê bersûcan de biryara berdewamiya girtinê da. 
 
'Kujer li derve ne' 
 
Fadil Şenyaşar li dijî mutalayê axivî û got: “Ez mexdûr im girtî me, lê yên ku komkujî kirin û yên ku komkujî dan kirin li derve ne.” 
 
Ji bersûcan Enver Yildiz xwedîgiravî parastina xwe kir û li şûna ku li xwe mikûr were lê nobeda edaletê ya Emîne Şenyaşar kir herdef. 
 
'Daxwaza berdanê hat kirin'
 
Parêzer Sevda Çelîk Ozbîngol diyar kir ku di çarçoveya darizandina adilane de girtina dema wê dirêj, binpêkirina maf e û xwest dema dirêj miwekîlê wê li ber çavan bê girtin û were tehliyekirin. 
 
Parêzerên din jî yên malbata Şenyaşar parastina miwekîlê xwe Fadil kirin û dan zanîn ku delîlên dozê ji holê hatine rakirin û veşartin, tu sûcekî miwekîlê wan  nîne û xwestin miwekîlê wan bê berdan. 
 
Şandeya dadgehê navberek dirêj da danîşînê. Şandeyê biryar da ku qedexeya îmzekirinê y der barê bersûcên negirtî de ku hatibû sepandin bê rakirin. Dadgehê der barê bersûcên girtî de jî berdewamiya girtinê da. 
 
Danişîn taloqî 12’ê tîrmehê hat kirin.