MKG: Di meha gulanê de 24 rojnameger hatin darizandin

  • 14:12 7 Hezîran 2024
  • Rojane
 
NAVENDA NÛÇEYAN -  Li gorî rapora MKG'ê ya meha gulanê ji 17 dozan 24 rojnameger hatin darizandin û ji 1’ê gulanê ve 8 rojnameger girtî ne. 
 
Komeleya Rojnamegerên Jin a Mezopotamyayê (MKG) “Rapora Binpêkirinên Mafan ên li Dijî Rojnamegerên Jin” a meha gulanê parve kir. Di beşa nirxandinê ya raporê de hat gotin ku binpêkirinên li dijî rojnamegerên jin zêde bûne û di mijara têkoşîna wekheviya zayendî ya civakî de jî paşveçûn heye. 
 
Bi domdarî wiha hate gotin: “Zextên rojnameger pê re rû bi rû dimînin ne tenê bi binpêkirina mafên şesî bisînor e, di heman demê de zirarekî mezin dide mafê agahîgirtina rast û bêalî jî. Ji bo ewlehiya rojnamegeran û parastina mafê azadiya xweîfadekirinê divê tavilê tevdîr bên girtin.” 
 
Binpêkirinên li dijî mafên rojnamegeran ên meha gulanê wiha hatin rêzkirin: “2 rojnameger rastî êrişê hatin, 3 rojnameger hatin binçavkirin û yek jî hate girtin. 4 rojnameger dema nûçe dişopandin hatin astengkirin. 2 rojnameger li girtîgehê rastî binpêkirinên mafan hatin. Derheqê rojnamegerekê de lêpirsîn hate vekirin. Li 4 rojnameger bi giştî 9 sal û 6 meh û 17 roj cezayê hefsê hate birîn. Di 17 dozan de 24 rojnamegeran hatin darizandin. Ji 1’ê gulanê ve 8 rojnameger girtî ne.”