Platforma Ked û Demokrasiyê: Bila hevşardar demildest bê berdan

  • 21:26 6 Hezîran 2024
  • Rojane
WAN - Platforma Ked û Demokrasiyê daxuyanî der barê tayînkirina qeyûm a ji bo şaredariya Colemêrgê de da û da zanîn ku ev ne hiqûqiye divê demildest hevşardar Siddik Akiş radestê peywira wî bê kirin.
 
Platforma Ked û Demokrasiyê ya Wanê der barê tayînkirina qeyûm ji bo şaredariya Colemêrgê û girtina hevşardar Mehmet Siddik Akiş de daxuyanî da. Daxuyanî li kolana Hunerê hat dayîn û hevşaqredarên bajarê mezin yên Wanê Neslîhan Şedal û Abdullah Zeydan û gelek kes tevli bûn. Bê navber dirûşmeyên ‘bijî berxwedana gelê Kurd’, ‘Qeyûm dizin  AKP ne mafdare’ hatin berzkirin.
 
Hevberdevkê Platforma Ked û Demokrasiyê Engîn Işik  daxuyanî xwend.  Engîn diyar kir ku desthilatdarî ev du deme bi destê darazê bi awayekî ne hiqûqî  sûc dike û got: “Endamtiyê heta hilbijartinê heta girtina mazbatayê astengiya hiqûqî tunebû. YSK’ê erê kiribû. Du meh şûnde  gotin der barê wî de dosya heye û kilifiyek darbeya siyasî amade kirin. Ev wateyek din dihewîne. Ev rewş nayê qebûlkirin. Têkoşîna me wê li dij^iv^ebidome. Em hemû kesên l ialî demokrasiyê wê bihev re vê têkoşînê bidomînin. “
 
Engîn di dawiyê de anî ziman ku divê hevşaredar Mehmet Siddik bê berdan û radetsê peywirê bê kirin.
 
Enqere
 
Hêzên Ked û Demokrasiyê yên Enqereyê jî daxuyaniyek dan.  Gelek rêxistinên girseya demokratîk tevli daxuyaniyê bûn.
 
Zaîfe Çamalan daxuyanî xwend û da zanîn ku divê li dijî vê xespkrina maf têkşîn bê dayîn û û got îradeya gelan bi darbeya qeyûm nikare bê destekirin. Zarîfeyê anî ziman ku wê destur nedin vê