Çalakiyên nobetê didomin: Şaredarî yên me ne!

  • 20:00 6 Hezîran 2024
  • Rojane
NAVENDA NÛÇEYAN - Çalakiyên nobetê yên li dijî qeyûman li ber şaedariyan di roja sêyemîn de didomin û li gelek bajarên din jî  hat destpêkirin.
 
Çalakiyên nobetê yên li dijî tayînkirina qeyûm a ji bo şaredariya Colemêrgê û girtina hevşaredarê Colemêrgê Mehmet Siddik Akiş, li ber şaredariyên DEM Partiyê didomin.  Li bajaran jî bi tevlibûna partiyên siyasî, rêxistinên civaka sivîl û odeyên pîşeyî çalakî didomin.
 
Êlih
 
Li Êlihê li ber şaredariyê çalakiya hatiye destpêkirin bi tevlibûna rêveberên DEM partî û DBP’ê , rêxistinê civaka sivîl didomin. Girse bi stranên berxwedanê çalakiya xwe didomînin.
 
Sêrt
 
Li Sêrtê jî çalakiya nobetê ya li ber şaredariyê di roja sêyemîn de didome. Parlamentera bajar Sabahat Erdogan Sartaş jî tevli çalakiyê bû. Gireya beriya çalakiyê li taxa Gap hatin gel hev çûn serdana esnafan.Sabahatê polîtîka qeyûm vegot û her kes vexwendiyê ber şaredariyê kir.
 
Her wiha li Misirc û bajroka Ziyaret a Hawêlê jî çalakî berdewam kir.
 
Edene
 
Li Edeneyê jî bi pêşengiya DEM partiyê  li Parka Înonu çalakiya nobetê hat destpêkirin.  Polîsan barîyer danîn û avahiya DEM Partiyê ya Edenê dorpêç kirin. Tevî astengiyan girse li parka Înonu hatin gel hev û çalakî pêk anîn.
 
Şirnex
 
Li Cizîr, Sîlopî, Hezex a Şirnexê jî li ber çalakiyan çalakiya nobetê di roja sêyemîn de berdewam kir.
 
Îzmîr 
 
Li Îzmîrê jî nobeta edeletê ya li dijî qeyûman  li ber Sumerbank a Berê ku hatibû destpêkirin di roja duyemîn de berdewam kir. Girseya tevli nobetê bû dirûşmeyên ‘em ê bi berxwedanê bi serkevin’ berz kirin û gotin wê şûnde gavê navêjin.
 
Nobet sibê jî heman saetê de li heman cihî wê bidome.