Emine Şenyaşar ji bo rûniştinê derbasî Rihayê bû

  • 15:16 6 Hezîran 2024
  • Rojane
 
ENQERE - Emine Şenyaşar a ku bi rojan e li ber Wezareta Dadê nobetê digire ji bo rûniştina lawê xwe ya li Rihayê derbasî Rihayê bû. 
 
Emîne Şenyaşar di 14'ê Hezîrana 2018'an de hevjîn û 2 kurên wê ji aliyê parastvan û xizmên parlamenterê berê yê AKP'ê Îbrahîm Halîl Yildiz ve li navçeya Pirsûsê ya Rihayê hatin qetilkirin. Emîne Şenyaşar ji bo darizandina kujeran û kurê wê yê girtî serbest bê berdan li Rihayê dest bi Nobeta Edaletê kiribû û niha li Enqereyê didomîne. Nobeta Edaletê ya Şenyaşar di roja 124’emîn de didome.
 
Îro heyeta DEM Partiyê çû serdana Emineyê. Emineyê piştî nobetê derbasî Rihayê bû.