Li Pira Bogazîçiyê pankarta ‘Bicehnime qeyûm’

  • 14:08 6 Hezîran 2024
  • Rojane
 
STENBOL - Li dijî tayînkirina qeyûm a li Şaredariya Colemêrgê, parlamenterên DEM Partiyê yên Stenbolê pankarta “bicehnime qeyûm” bi Pira Bogazîçiyê ve daliqandin 
 
Hevberdevkê Kongreya Demokratîk a Gelan (HDK) Cengîz Çîçek û parlamenterên Stenbolê Kezban Konûkçû û Celal Firat bi armanca protestokirina tayînkirina qeyûm a li Şaredariya Colemêrgê pankarta “bicehnime qeyûm” bi Pira Bogazîçiyê ve daliqandin. 
 
Parlamenteran piştî daliqandina pankartê li ser pirê axaftinek kirin. Hevberdevkê HDK’ê Çîçek ê ewilî axivî, wiha got: “Ji Geziyê heta Kobanê ji Stenbolê heta Colêmêrgê yên ku winda bikin dê bibin darbekar. Yên ku serbikevin jî dê bibin gelên Kurdistan û Tirkiyeyê. Em ê serbikevin.”
  
Parlamentera DEM Partiyê Kezban Konûkçû ya pişt re axivî jî diyar kir ku destûr nadin ku vîna Gelê Kurd were xespkirin û ev bang li rayagiştî kir: “Ji ber ku xespkirina vîna gelê kurd, xespkirina vîna hemû gelan e. Ji bo ku vê pergala talan û derewan bidomînin her tim vîna gelê kurd xesp dikin. Em vê qebûl nakin. Em ji vir bang li hemû girseyên demokratîk dikin; divê em li dijî feraseta qeyûm bi hev re li ber xwe bidin. Em neçarin ku bên bahev.”
  
Parlamenterê DEM Partiyê Celal Firat jî wiha got: “Hem hûn ê bibêjin ‘serwerî bê şert û merc a gel e’ hem jî qeyûm tayînî vîna gel bikin. Heke serwerî bê şert û merc a gel be wê demê divê teqez rêzê ji vîna gel re bigirin. Serkeftin ya me ye.”
 
Parlamenteran pişt re ligel çepik û tilîliyan dirûşmeya “Bijî berxwedana Colemêrgê” berz kirin.