Serra Bucak ji bo rêveberiya TBB'ê hat hilbijartin

  • 11:00 6 Hezîran 2024
  • Rojane
 
AMED - Hevşaredara Amedê Serra Bucak, ji bo rêveberiya Meclisa TBB'ê hat hilbijartin.
 
Meclîsa Yekîtiya Şaredariyên Tirkiyeyê (TBB) piştî hilbijartinên rêveberiyên herêmî yên di 31'ê Adarê de pêk hatin, duh li Otela Meyra Palace ya navçeya Çankaya ya Enqereyê civîna xwe ya yekemîn pêk anî. Hevşaredarên Bajarê Mezin ê Amedê Serra Bucak û Dogan Hatun jî beşdarî civînê bûn. Di civîna ku hilbijartin hat kirin û endamên lijneyê hatin diyarkirin, Şaredarê Bajarê Mezin ê Stenbolê Ekrem Îmamoglu bi 515 dengan wek serok hat hilbijartin, namzedê duyemîn Şaredarê Bajarê Mezin ê Trabzonê Ahmet Metîn Genç jî 250 deng girt. Şaredarê Bajarê Mezin ê Edeneyê Zeydan Karalar ji bo cîgirê serokê TBB'ê û Şaredarê Bajarê Mezin ê Bursayê Ahmet Akin jî wekî cîgirê duyemîn hat hilbijartin. 
 
Serra Bucak hat hilbijartin
 
Di civînê de endamên rêveberiya TBB'ê jî hatin diyarkirin. Hevşaredara Bajarê Mezin a Amedê Serra Bucak jî di nav endamên meclîsê de cih girt. Endamên rêveberiya nû yên yekitiyê  ev in: “Hevşaredara Bajarê Mezin a Amedê Serra Bucak, Hevşaredarê Bajarê Mezin ê Mêrdînê Ahmet Turk, Şaredara Bajarê Mezin a Eskîşehîrê Ayşe Ûnlûce, Şaredara Bajarê Mezin a Aydinê Ozlem Çerçîoglû, Şaredara Bajarê Mezin a Mêrsînê Sefer. , Şaredarê Adiyamanê Abdurrahman Tutdere, Şaredara Edîrneyê Filiz Gencan Akın, Şaredarê Zonguldakê Tahsîn Erdem, Şaredarê Artvînê Bilgehan Erdem, Şaredarê Keçîorenê Mesut Ozarslan, Şaredarê Büyükçekmeceyê Hasan Akgun, Şaredara Selçukê  Fîlîz Cerîtoglu Sengel, Şaredarê Nefşehirê Rasîm Ari , Şaredarê Bajarê Mezin ê Rihayê Mehmet Kasım Gulpınar.”