‘Em li dijî êrîşan paşve gavê navêjin’

  • 09:47 6 Hezîran 2024
  • Rojane
 
Rabia Onver
 
COLEMÊRG - Jinên ku bertek nîşanî tayînkirina qeyûm a li Şaredariya Colemêrgê dan, diyar kirin ku ew li hemberî êrîşan gavê paşve navêjin û banga têkoşînê li gelê Kurd kirin. 
 
Roja duşemê serê sibehê bi ser Şaredariya Colemêrgê ya di bin rêveberiya Partiya Wekhevî û demokrasiyê ya Gelan  (DEM Partî) de, girtin û li şaredariyê lêgerîn hat kirin. Ligel vê yekê Hevşaredar Mehmet Sîddik Akiş ê li Wanê hatibû binçavkirin, piştî 3 roj binçavkirinê hat girtin. Li Colemêrgê çalakiyên li dijî tayînkirina qeyûm û girtina Hevşaredar berdewam dikin. Li gel çalakiyên li Colemêrgê li dijî desteserkirina îradeyê gelek kes li bajarên Kurdistan û Tirkiyeyê têkoşîna xwe didomînin. 
 
Bertekên li dijî qeyûm û girtina hevşaredar Mehmet Sidik Akiş jî li Colemêrgê zêde dibin.  
 
'Qeyûm zîhniyeta dizî û talanê ye'
 
Endama Meclîsa Şaredariya Colemêrgê Hatîce Ûçer, diyar kir ku tayînkirina qeyûman dijhiqûqî ye, ne biryareke ku bê qebûlkirin e û got, “Em bi rojan e li ber xwe didin û heta em encamekê bigirin em vê berxwedanê bidomînin. Gel di 31’ê Adarê de daxwaza  xwe eşkere kir. Me di demên berê de tayînkirina qeyûman dît û em dizanin ku ew çiqas bêbingeh hatine kirin. Me dît ku encamên wê çi anîne serê gel. Dizî, talan û nelirêtî heye. Zihniyeta qeyûm li ser dizî û talanê ye. Ji bo pêşîgirtina li vê yekê û ji bo xizmeta gel em li wir bûn. Tişta ku aîdê me ye em ê bi berxwedana xwe yek bi yek bigirin. Em ê bi inyat civakeke demokratîk ava bikin, têkoşîna xwe bidomînin û şaredariyên xwe paşde bigirin."
 
'Ger hewce bike em ê ji sibê heta êvarê li kolanan bin'
 
Endama PM'ê ya DEM Partiyê Sînem Seven, diyar kir ku 3 serdeme vîna gelê Colemêrgê hatiye desteserkirin û diyar kir ku ew piştgiriyê didin vîna gelê Colemêrgê. Sînemê got, “Em careke din bi desteserkirina îrade û bêhiqûqiyê re rû bi rû ne. Ji gelê Kurd re dibêjin ziman, çand û mafê we yê dengdanê tune ye. Em ê ji bo vîna xwe li ber xwe bidin. Ger hewce bike em ê ji sibê heta êvarê li kolanan bin. Tu niyeta me nîne ku em vîna gel teslîmî qeyûm bikin.  Di hilbijartinên herêmî yên 31'ê Adarê de AKP'ê bi pêşkêşkirina namzedek dewlemend û bi hemû derfetên şaredarî, dewlet û qeyûm hewl da ku bibe namzet, lê bi ser neket û gel îradeya xwe di alî DEM Partiyê de bi kar anî. Polîs, leşker û cendirmeyên ku li vir in û hewl didin pêşiya berxwedana me bigirin, wê bi tu awayî bi me paşde gavê nedin avêtin. Em li dijî vê dewletê rawestiyane û em ê li ber xwe bidin."
 
'Em gelê xwe vedixwînin berxwedanê'
 
Evîn Tan jî diyar kir ku hewl didn mafê hilbijartinê ji destê gelê Kurd bigirein û wiha got: “Vîna gel a ku mafê wî ye tê desteserkirin. Em bang li hemû gelê xwe dikin ku li berxwe bidin. Ger em îro bêdeng bin, sibê em ê li cihên din bi heman tiştan re rû bi rû bimînin. Di her hilbijartinên ku gelê Kurd tê de cih digire de tim pirsgirêkan derdixin. Em bêhiqûqiya li  hevşaredarên me tê kirin qebûl nakin. Em gelê xwe vedixwînin berxwedanê."