Gulser Yildirim: Berxwedana gel pêk nehatiba wê DAIŞ têk neçûya

  • 09:04 6 Hezîran 2024
  • Ramyarî
 
Oznur Deger
 
MÊRDÎN - Siyasetmedara Kurd Gulser Yildirim ku di doza Kobanê de berat kir, biryara di dozê de hatiye girtin nirand û got: “Tişta ku dewletan li dijî DAIŞ’ê nekirin, YPJ û YPG’ê kirin. Wan DAIŞ dan sekinandin. Vî gelî têkoşîn nedana wê DAIŞ têk neçûya.”
 
Di doza Kobanê de ku têde hevserokên giştî yên berê yên HDP’ê Fîgen Yuksekdag û Selhattîn Demîrtaş jî têde dihatin darizandin, , Gultan Kişanak, Sebahat Tuncel, Ayla Akat, Ayşe Yagci û Meryem Adibelî ku hatin tahkiyekirin  der barê 21 siyasetmedarî de bi giştî 375 sal û 7 meh ceza hat birîn. Bertekên li dijî cezayê hatiye birîn didomin.
 
Parlamentera berê ya HDP’ê Gulser Yildirim ku ji heman dozê berat kir der barê biryarê de axivî.
 
*Hûn dikarin bûyerên 6-8’ê cotmeha 2014’an hatin jiyîn bibîr bixin, çi bibû?
 
Ji bo vegotina pêvajoyê divê mirov biçin serê pêvajoyê. Êrîşên DAIŞ’ê bi Musulê dest pê kirin. Komkuijya mezin kir li wir. Zîhniyeta DAIŞ’ê di çapemeniya navneteweyî de jî dihat dîtin Koletiya civakê jinê di bin navê ol de belav dikirin.Piştre êrîşê Şengalê kirin.Jin û zarok revandin. Civaka Êzîdî tar û mar kirin. Bi saya tevgera azadiya Kurd ji bo Êzidiya korîdorek jiyanê hat vekirin û ji komkujiyê xilas bûn. Hedefa DAIŞ’ê Kurd bûn. Rojava jî mînaka herî şênbger bû. DAIŞ’ê piştî Şengalê berê xwe da Rojava.
 
*Çima Rojava?
 
 Ji ber ku li Rojava jiyanek demokratîk, azadîxwaz û wekhev hatibû avakirin. DAIŞ’ê ji ber vê berê xwe da jiyana azadixwaz a jinê û demokratîk. Êrîşê van rêgezan kir. êrîşê pergala ku li Rojava hatibû avakirin kirin. DAIŞ’ê di bin navê ol de bi koletiya jinê, jin li bazaran firot û komkujî pêk anîn. Li Iraqê pêşî li vê nehat girtin. Li Şengalê tevgera azadiya Kurd pêşî li vê girti. DAIŞ’ê bi qetilkirina hezaran kesî heta Kobanê hat.
 
*Li Kobanê çi bû û bandorek çawa li Kurdistanê kir?
 
DAIŞ a çavsor li Kobanê bi hezaran kes qetil kir. Lê mirovan li wir li dijî DAIŞ’ê berxwe da. Ji ber hedefa çavsoran destkeftiyên Kurdan û têkoşîna li Rojava bû. Ev ji bo hemû cîhanê û DAIŞ’ê xeter bû. Di bin navê ol de xwestin bibin desthiladar. Hundirê wan jî derveyê wan jî reş bû. Hemû cîhanê xetereya wan dît. Ne ku ji ber hezkirina kurdan bûn, ji ber tirsiyan xwedî li Kobanê derketin. Me bi rojan li sînorê Kobanê nobet girt. Me ev çavsorî dişopand. YPG, YPJ û gel lehengiyek mezin nîşan da. Ev lehengî ne tenê bo Kurdan ji bo hemû gelên cîhanê hat kirin.
 
*Em bên 6-8’ê cotmehê…
 
Her kes 6-7-8’ê cotmehê dizane.  Dijminên Kurdan piştgirî didan DAIŞ’ê. Têkiliyên DAIŞ û leşkerên Tirk gelek caran di çapemeniyê de hat dîtin. Piştgiriya didanê gelek caran di çapemeniê de hat dîtin. Dijminên Kurd ji bo ketina Kobanê seferber bibûn. Divê ev baş bê fêmikrin. Divê her Kurd di vê mijarê de bifikire. Wê demê serokomar got ‘Kobanê li ber ketinê ye’.  Vê gotinê serhildana gel gûr kir. Ketina Kobanê diha wateya qetilkirina Kurdan. Ji ber vê divê deng bihata bilindkirin. Ya pêk hat jî ev bû. Serhildana gel dest pê kir. Tu kes nikare gelê ku naxwaze dakeve kolanan derxîne holana. Gel piştî gotina Erdogan daket kolanan.
 
Partiya me jî piştgirî da gel. Bertek li dijî DAIŞ’ê bûn. Ketina Kobanê dihat wateya windakirina jiyana azad. Ne tenê Kobanê wê hemû nirxên mirovahiyê bihata windakirin. Bûyerê Kobanê ev bûn. Serhildana derket holê li diJî çavsoriya DAIŞ’ê bû.
 
*Îdianameya doza Kobanê çima 6 sal şûnde hat amadekirin?Di van 6 salan de çi bû?
 
Beriya Kobanê pêvajoya çareseriyê hebû. Birê Abdullah Ocalan her tim ev bang li dewleta Tirkiyeyê dikir ;”Derfet bidin me em bi riya diyalog û demokratÎkbûnê pirsgirêka Kurd çareser bikin. Em aştiyê bînin vî welatî.”  AKP’ê gav avêt. Lê piştî berxwedana Rojava, bihara Ereban, Kurdan jiyana alternatîf avakirin. Rêveberiya xweser ava kirin. Xebat hîna jî didomin. Pêvajoya diyalogê dihat jiyîn partiya me û AKP jî aliyên vê pêvajoyê bûn. Ew bixwe çûn Îmraliyê û Qendîlê. Piştre 7’ê hezîrana 2015’an de hilbijartin pêk hatin.
 
Di Newroza 2013’an de nameya Birêz ocalan hat xwendin. Digto aştî divê bi diyalogê bê. Ev pêvajo heta 2015’an berdewam kir. bûyerên Kobanê, çalakî û êrîşên DAIŞ’ê. Berxwedanên gelê Kurd hemû nav hev de derbas bûn.  Wê pêvajoyê nîşan da ku ew ne samîmî bûn. Pêvajoyek ne samîmî bû. Pêvajo qedandin berê xwe dan komkjiyê.
 
Me di 7’ê hezîrana 2015’an de bi rêjeyek bilind deng girt. 80 parlamenerên me çûn meclîsê AKP bi tena serê xwe nebû desthilatdar. Wê demê çima doza Kobanê tunebû? 6 sal ket navberê hîna doz hat vekirin. Wan hilbijartina 7’ê hezîranê qebûl nekirin û betal kirin. AKP û MHP bûn tifaq.  Di 1’ê mijdarê de dîsa çûn hilbijartinê. Bi vî awayî bû desthilatdar.
 
Piştre di 15’ê Tîrmeha 2016’an de hewldana darbeya leşkerî ya FETO pêk hat. Vê darbeyê bi xwe re çi anî? Desthilatdarî bir despotiyê.Veguherî pergalek dij demokratîk û hemû hêzên muxalîf di bi navê  darbeya fetoyê de tasfiye kir. şerê herî qirêj  li hember Kurdan, tevgera Kurdan, saziyan û muxalefetê kir.
 
*Ya ku dixwestin di dozê de bidarizînin çi bû? Xwestin çi peyamê bidin civakê?
 
Nexwestin pisgirêka Kurd bi riyên demokratîk çaeserbikin. Berê xwe dan şer û îmhayê. Xwetin Kurdan û muxalîfan tasfiye bikin. Vê polîtîkayên bandor li ser meclîsê jî kir. Destnedana parlamenteran rakirin. Piştgiriya CHP’ê jî di vir de hebû.  Li hember parlamenterên HDP’ê operasyon dan destpêkirin. Heman şevê bi ser mala me de girtin. Em 12 parlamenter hatin girtin.  Ev plankirî bû. Koxuşên me jî hatibûn amadekirin. Ev biryarek ne hiqûqî siyasî bû.  Doza Kobanê jî wisa hat amadekirin. Armanca wan ev bû ku me ji bûyrean, mirinan berpirs bibînin. Armanca wan ev bû ku me ji ber çavê gel bixîne. Polîtîkayên şer xistin dewrê.
 
*Divê encam û biryara doza Kobanê çawa bê dest girtin?
 
Em li encamê binêrin, hedef siyastemedarên di têkoşîna siyasî ya Kurd de cih digirtin bû. Xwestin xebat û siyaseta me îlegalîze bikin. Armanc kirin ku aliyên çep-sosyalîst bi me re nemşin û pêşî li tifaqê bigirin.  Fîgen Yuksekdag sosyalîstek Tirk e lê jneke xwedî rêgez û wijdane. Tifaqa gelan temsîl kir. Cezakirian Fîgenê, cezayê li yekîtî û tifaqa gelan hatiye birînê ye. Ev darbeyeke li hemû muxalîf û gelane. Cezayê hatine dayîn wê bi hêz û yekitiya hemû kesên aştî û demorkasiyê dixwazin vala derkeve.