Sevda Çelîk Ozbîngol: Îtîraz bê bersiv tên hiştin

  • 09:04 6 Hezîran 2024
  • Rojane
 
Melek Avci
 
ENQERE - Hevberdevka Komîsyona Hiqûqê ya DEM Partiyê Sevda Çelîk Ozbîngol balkişand ser tecrîda giran ya li Îmraliyê û got der barê berpirsan de daxwaza kirariyên qanûnî kirine û got: “Ji bo pêvajoyên îtîrazên ji bo cezayên dîsîplînê pêk bên divê teblîg biçe ji parêzeran re û lê ev bê bersiv dimînin. Teblîg nayên kirin û îtîraz jî bê derfet dimînin.”
 
Hevberdevka Komîsyona Hiqûqê ya Partiya Wekhevî û Demokrasiyê ya Gelan (DEM Partî) Sevda Çelîk Ozbîngol û Ozturk Turkdogan, ji bo hevdîtina bi Abdullah Ovalan re serlêdan kirin. Sevda û Ozturk hefteya borî roja înê serî li wezareta dadê dan . Sevdayê der barê srelêdanê de axivî.
 
‘Îmrali hemû kesî eleqeder dike’
 
Sevdayê da zanîn ku di mijara hevdîtina parêzer û malbatan a bi Îmraliyê de binpêkirinên cidî yên hiqûqî hene û tecrîd didome.Sevdayê wiha got: “hem raporên Komîteya WEzîrên a Konseya Ewropayê hem ya Komîteya Mafê Mirovan a Neteweyên Yekbûyî û hem jî yên CPT’yê di rojeva me  û rayagiştî ya saziyên civaka sivîl ya welat de ye. Em dixwazin sererastkirinên qanûnî yên heyî ji bo girtiyan bêyî ku bê binpêkirin pêk bên. Di vî alî de Îmrali hemû kesî eleqeder dike. Binpêkirinên hiqûqî yên li Îmraliyê bandor li hemû girtîgehan kiriye. Em dizanin ku astengiyên îro ne astengiyên hêsanin.”
 
‘Di alî qanûnî de îstîsnayek wisa tune ye’
 
Sevdayê got li dijî pêvajoya tecrîdê serlêdan kirine û hefteya borî jî serlêdan kirine. Sevdayê wiha domand: “Serlêdanên me kirine serlêdanên malbat, parêzeran û saziyan e. Bendewariya me heye.  Lê bersiva ban serlêdanan ne hiqûqîne. Biryara binpêkirinê ku DMME’ê di 18’ê Adara 2014’an de daye û hema piştî wê me şahidiya tecrîda giran ya 8 sale didome kir. Herî dawî di 25’ê Adara 2021’ê de hevdîtina malbatê hat kirin. Di 7’ê Tebaxa 2019’an e hevdîtina parêzeran hat kirin. Ev jî tabloyê nîşan dide. Di alî hiqûqî de îstîsnayek wisa tuneye. 
 
‘Îtîraz bê derfet tên hiştin’
 
Sevdayê wiha dirêjî dayê: “Me serî li wezareta dadê da. Ji bo hemû girtiyan tê gotin ku ji ber sedemên ne destê wan de hevdîtin nayên kirin. Dibêjin ev derengmayîn ji ber sedeman nayên kirin. Em diznain ku ev ne qanûniye. Cezayên dîsîplînê û astengkirin ahevdîtinan. Divê ji parêzeran ji bo ku pêvajoya îtîrazê bê kirin, teblîg bê kirin. Lê nayên kirin. Îtîraz bê derfet tên hiştin. Di serlêdana dawî de  me dog divê der barê kesên ku  hiqûqê pêk naynin de kirariya qanûnî bê destpêkirin. Piştî vê me wek hevberdevkên komîsyona hiqûqî daxwaza hevdîtinê kir. Em niha li bendê bersivê ne. Em ê şopdarê vê bin. Bersiv neyê dayîn em ê dîsa serlêdanê bikin. Ji bo dawî li vê tecrîda giran bê danîn em berpirsan vexwendiyê berpirsyariyê dikin. Divê saziyên navneteweyî jî şopdarên pêvajoya raporên xwe bin.”