Ji Waniyan berteka li dijî qeyûm: Em rabin ser piyan!

  • 09:02 6 Hezîran 2024
  • Rojane
WAN - Waniyan bertek nîşanê tayînkirina qeyûm a ji bo şaredariya Colemêrgê da û diyarin ku qeyûm herî zêde destkeftiyên jinan hedef digirin û wiha got: “Divê jin dengê xwe bilind bikin. Îro li dijî qeyûmên Colemêrgê deng neyê derxistin wê tayînê hemû şaredariyan bibin. Divê Gelê Kurd bibe yek.”
 
Piştî tayînkirina qeyûman a ji bo şaredariya Partiya Wekhevî û Demokrasiyê ya Gelan (DEM Partî) a Colemêrgê, ji her derê bertek bilind dibin û li Kurdistanê gel daketin kolanan. Di roja duyemîn a berxwedana Colemêrgê de tevî hemû êrişên polîs berxwedan didome. Welatiyên Wanê der barê mijarê de bertekên xwe anîn ziman.
 
‘Tayînkirina qeyûman plankirî bû’
 
Jina bi navê Zeynep Tagtekîn da zanîn ku AKP piştî hilbijartinên 31’ê Adarê êrişên li hember destkeftiyên Gelê Kurd berdewam kiriye û got: “Piştî hilbijartinên Curnê Reş hatin girtin qeyûm tayînê şaredariya Colemêrgê kirin. Samimiyeta lîsteya sûc ku wezareta karê hundir weşandiye tuneye. Ger sûcek hebe wê YSK’ê bikira. Lê qeyûm hatibû plankirin. Me mînaka vê li Wanê dît.”
 
Divê jin têbikoşin
 
Zeynepê di berdewamiyê de wiha anî ziman: “Qeyûm çawa tayîn dibin êrişê jinan dikin êrişê saziyên jinan dikin destkeftiyên wan hedef digirin. Ji ber vê jî li dijî qeyûmên tên tayînkirin di serî de jin hemû gel divê têkoşîna xwe bidomînin. Ji ber her tim wisa dikin, tayînê cihekî dikin piştre berdewama wê tê. Divê em li dijî vê bisekinin.”
 
‘Em ê ji bo Colemêrgê têbikoşin’
 
Nurgul Erîk jî wiha anî ziman: “Divê li hember îradeya gel rêzdarî hebe. Ev tê wateya tune hesibandina gel. Ev diziye, ev nelêrêtiye. Me heta niha pratîka qeyûman dît. Heta niha bi qeyûman hatiye bi rêvebirin. Bila îradeya gel bi rêve bibe. Em ligel Colemêrgê ne. Me çawa ji bo Wanê têkoşîn da em ê ji bo Colemêrgê jî têbikoşin.”
 
‘Em qeyûman qebûl nakin’
 
Sevîm Yerlî jî bertek nîşanê rewşê da û da zanîn ku divê hemû gel ji bo Colemêrgê rabe ser piyan û ew qeyûman qebûl nakin.”
 
Arzu Ertaş jî bi lêv kir ku hevşaredarê Colemêrgê tu sûcê wî tuneye û wiha domand: “Ev neheqiyek mezin e. Çi ji destê me tê em ê bikin. Ji ber dewleta me tuneye ev tên serê me. Bila xweda qebûl neke. Em li dijî cezayên li siyasetmedarên me hatin birîn bêdeng nemana wê îro qeyûm nehatiba tayînkirin.”
 
‘Bila Gelê Kurd rabe ser piyan’
 
Gulden Işik jî da zanîn ku divê gelê Kurd rabe ser piyan û vê zilmê qebûl neke. 
 
Habîbe Şen jî bi lêv kir ku divê serî hil bibin, berxwe bidin, Gelê Kurd bibe yek û wiha got: “ Êdî bes e. Bila xwedê mafê me ji wan re nehêle. Divê gelê Kurd bibe yek.”
 
Zehra Şahîn jî bertek nîşanê qeyûman da û wiha pê de çû: “Bi salan eli hember gelê Kurd êrîş û zext hene. Madem encamên hilbijartinê qebûl nakin çima hilbijartinê dikin. Bîla raste rast bi rêve bibin. Çima evqas amadekarî çima evqas mirovan diwestînin. Bertek nîşanê qeyûmê Colemêrgê neyê dayîn wê qeyûm tayînê her derê bên kirin.”