ROJEVA 06'Ê HEZÎRANA 2024'AN

  • 09:00 6 Hezîran 2024
  • Rojev
 
* Waniyan bertek nîşanê tayînkirina qeyûm a ji bo şaredariya Colemêrgê da û diyarin ku qeyûm herî zêde destkeftiyên jinan hedef digirin û wiha got: “Divê jin dengê xwe bilind bikin. Îro li dijî qeyûmên Colemêrgê deng neyê derxistin wê tayînê hemû şaredariyan bibin. Divê Gelê Kurd bibe yek.” BI DÎMEN 
 
*Siyasetmedara Kurd Gulser Yildirim ku di doza Kobanê de berat kir, biryara di dozê de hatiye girtin nirand û got: “Tişta ku dewletan li dijî DAIŞ’ê nekirin, YPJ û YPG’ê kirin. Wan DAIŞ dan sekinandin. Vî gelî têkoşîn nedana wê DAIŞ têk neçûya.” DÎMEN HEYE
 
*Hevberdevka Komîsyona Hiqûqê ya DEM Partiyê Sevda Çelîk Ozbîngol balkişand ser tecrîda giran ya li Îmraliyê û got der barê berpirsan de daxwaza kirariyên qanûnî kirine û got: “Ji bo pêvajoyên îtîrazên ji bo cezayên dîsîplînê pêk bên divê teblîg biçe ji parêzeran re û lê ev bê bersiv dimînin. Teblîg nayên kirin û îtîraz jî bê derfet dimînin.” DÎMEN HEYE
 
*Jinên ku bertek nîşanî tayînkirina qeyûm a li Şaredariya Colemêrgê dan, diyar kirin ku ew li hemberî êrîşan gavê paşve navêjin û banga têkoşînê li gelê Kurd kirin.  DÎMEN HEYE