AKP’iyan êrîşî çalakiya parlementerên DEM Partiyê kirin

  • 21:57 4 Hezîran 2024
  • Rojane
ENQERE -  Di dema çalakiya Parlementerên DEM Partiyê ya diji tayînkirina qeyûman de a li meclîsê de, AKP’iyan xwest pankartê bigirin û alozî derket.
 
Dema ku parlementerên Partiya Wekhevî û Demokrasiyê ya Gelan (DEM Partî) li dijî desteserkirina şaredariya Colemêrgê li lijneya giştî ya meclîsê çalakî kirin, parlementerên AKP’yî xwestin pankartên wan bigirin. Parlementerên AKP’yî pankart ji parlementerên DEM Partiyê girtin û avêtin erdê.
 
Dema parlementerên DEM Partiyê dirûşmeya “Li dijî faşîzmê mil bi mil” berz kirin û parlementerên AKP xwestin pankartan bigirin şer derket.