Li Lijneya Giştî ya Meclîsê nobeta Colemêrgê hat destpêkirin

  • 17:52 4 Hezîran 2024
  • Rojane
ENQERE- Koma DEM Partiyê ji bo şaredariya Colemêrgê li Lijneya Giştî ya Meclîsê çalakiya nobetê da destpêkirin. Nobet wê bi şev heta 24.00’an bidome.
 
Partiya Wekhevî û Demokrasiyê ya Gelan (DEM Partî) der barê binavkirina hevşaredarê Colemêrgê Mehmet Siddik Akiş û tayînkirina qeyûm de gelek çalakî pêk anîn û li ber avahiya şaredariyê jî çalakiya nobetê ji duh de dabûn destpêkirin.
 
Nçalakiya nobetê ya li gelek bajaran hat destpêkirin îro birin meclîsê. Parlamenterê Colemêrgê Vezîr Parlak derket ser kursiyê û parlamenterên din jî çûn gel wî û gotin wan ‘nobeta qeyûm’ dane destpêkirin. Nobet wê heta 24.00’an bidome.