Jina êzidî Tewaf Dawid Çito hat rizgarkirin

  • 11:11 4 Hezîran 2024
  • Rojane
 
NAVENDA NÛÇEYAN - Jineke din a Êzidî ji kampa Holê hate rizgarkirin. Tewaf Dawid Çito ku ji aliyê YJŞ û YPJ'ê ve hate rizgarkirin, derbasî Şengalê hate kirin.
 
Hate ragihandin ku Tewaf Dawid Çito ya ji komelgeha Tilizêr a Şengalê, ku di dema fermanê de hatibû revandin, îro hate rizgarkirin.
 
Li gorî agahiyan, bi hevkariya Yekîneyên Jinê yên Şengalê (YJŞ) û Yekîneyên Parastina Jinê (YPJ) li kampa Holê jina Êzidî hate rizgarkirin.
 
Rayedarên Rêveberiya Bakur û Rojhilatê Sûriyeyê piştî rizgarkirinê hewl dan Tewaf Dawid Çito derbasî Şengalê bikin, lê belê ji aliyê hêzên ewlekariyê yên Iraqê ve bi saetan li ser sînor hate rawestandin.
 
Hate ragihandin ku piştî hewldana TAJÊ, YJŞ û YPJ'ê Tewaf Dawid Çito derbasî Şengalê hate kirin.
 
Li gorî agahiyan Tewaf Dawid Çito wê bi rêya Tevgera Azadiyê ya Jinên Êzidî (TAJÊ) radestî malbata wê bê kirin.