Li Qoserê ciwanan li dijî qeyûm çalakî kirin

  • 10:06 4 Hezîran 2024
  • Rojane
 
MÊRDÎN - Li Qoserê endamên ciwan ên DEM Partiyê li dijî qeyûmê ku tayînî şaredariya Colemêrgê hat kirin çalakî kirin.
 
Li taxa Berçem a Qosera Mêrdînê endamên ciwanê ên DEM Partiyê di saetên şevê de li dijî qeyûmê ku tayînî şaredariya Colemêrgê hat kirin meş li dar xistin. Ciwanên ku dirûşma "Dê Kurdistan ji faşîzmê re bibe goristan" berz kirin meşa xwe bi dirûşma "Bijî berxwedana Hakkarî" bi dawî kirin.