Jinên ku ji aliyê DAIŞ’ê ve hatibûn qetilkirin hatin bibîranîn

  • 19:17 3 Hezîran 2024
  • Rojane
 
NAVENDA NÛÇEYAN - Li Musilê, bi pêşengiya TAJÊ ji bo bîranîna 19 jinên êzîdî ên ku di sala 2016’an de ji aliyê çeteyên DAIŞ’ê ve hatin qetilkirin daxuyaniyek hat dayîn. Di daxuyaniyê de banga xurtkirina xweparastin û darizandina DAIŞ’ê hat kirin.
 
Di 3’yê Hezîrana sala 2016’an de, li Musilê 19 jinên êzidî ku ji aliyê çeteyên DAÎŞ’ê ve hatibûn dilgirtin û ji bo ku  misilmantî qebûl nekirin di hindirê qefesekê de di orta kolanê de bi awayekî hovane hatibûn şewitandin. Îro bi boneya bîranîna 19 jinên êzîdî li Musilê cîhê bûyer lê qewîmî bi pêşengtiya Tevgera azadiya Jinên Êzidî (TAJÊ) û Rêveberiya Xweseriya Demokratîk a Şengalê daxuyanî hat dayîn. Ev komkujiya hovane bi tevlîbûna rêxistin, siyasetmedar, çalakvan û rojnemevanên jin yên Îraqê hate şermezar kirin.
 
Daxuyanî ji aliyê Hevseroka Desteya Rêveberiya Xweser a Şengalê Riham Hesen ve hate xwendin. Di daxuyaniyê de bal hate kişandin ser rola jina Êzidî. Hate destnîşan kirin ku encex bi yekîtiya jinan û xweparastinê dikarin tolê ji sûcdaran rakin.
 
Hevseroka Desteya Rêveberiya Xweser a Şengalê Riham Hesen di destpêka daxuyaniyê de destnîşan kir ku yê di cewhera xwe de êzidiyatiyê mayinde dike jine û wiha berdewam kir: “Êzidiyatî yek ji kevintirîn baweriya li ser axa Mezopotamya ye. Civaka Êzidî di dirêjahiya dîrokê de, li ser vê axê 74 caran qirkirin jiyan kiriye. Ji bo ku  çand û  baweriya civaka Êzidî ji holê rakin, di her fermanê de jin hedef hatiye girtin. Ji ber ku yê di cewherê xwe de Êzidiyatiyê mayînde dike û diparêze jina Êzidî ye. Zihniyeta mêrsalarî a desthiladar, di hemû şeran de jinan wek ganimet dibînin, direvîn in,  difiroşîn û destdirêjiyê dike, mêran jî dikujin û serî  jêdike.”
 
‘Jin hedefa esasî  bûn’
 
Di berdewama daxuyaniyê de  de hate destnîşan kirin ku herî zêde jin û zarok bûn hedefa fermana 74’an û wiha hate gotin: “Çeteyên DAIŞ ê li Şengalê  di sala 2014’an de fermana 74’an bi  ser civaka Êzidî de anî. Bi hezaran Êzidî ji cih û warên xwe koçber bûn, hatin qetilkirin û dîl girtin. Di vê fermana mezin û giran de hedefa herî zêde jin û zarok bûn. Çeteyên DAIŞ ê bi hezaran zarokên keç û jinên Êzidî revandin, di bazarên weke Musil û Reqayê de firotin, destdirêjî kirin û qetil kirin. Mirovên Êzidî yên ku dîl hatin girtin bi zorê ji baweriya wan a Êzidyatiyê dûr xistin û ola Îslamiyetê li ser wan ferz kirin. Heya niha çarenûsa bi hezaran jin, zarok û mirovên Êzidî yên di destê çeteyên DAIŞ ê de ne diyare.”
 
Di qefesên Hesin de şewitandin
 
Di  3’yê Hezîrana 2016’an de  an di meha remezanê de  çeteyên DAIŞ ê 19 jinên Êzidî ji ber ku dev ji baweriya xwe Êzidiyatiyê  bernedan, di qefesên hesin de zindî şewtandin. Ev bûyera hovane ku li tu devera cîhanê nehatiya dîtin  ji dinyayê re da diyar kirin ku DAIŞ  rêxistinek herî hov û barbar a vê sedsalê ye. Heya niha nasnameya 19 jinên êzidî nehatiya eşkere kirin û tu lêkolîn di vê mijarê de nehatiya kirin.”
 
Di daxuyaniyê de di şexsê 19 jinên berxwedêr de hemû şehîdên fermanê hat bibîranîn û soza şopandina riya wan hate kirin û wiha hat domandin: “Em Tevgera Azadiya Jinên Êzidî (TAJÊ)  di 8’emîn salvegera qetilkirina 19 jinên Êzidî li cihê ku ev bûyera hovane lê hatiye jiyan kirin amade ne.  Di şexsê 19 jinên Êzidî de, em hemû şehîdên fermanê bi bîr tînin û bi hurmet bejna xwe li ber bîranên wan ditewînin.”
 
‘Bêdengî tê wateya piştgiriyê’
 
Di daxwiyaniyê de bal hate kişandin ser bêdengî û bê helwesta civaka navneteweyî û wiha hate gotin: “Şewitandin ango qirkirina  jinan tê wateya   şewtandin û qirkirina jiyanê ye. Ev kiryarên DAÎŞ’ê heya dawî derveyî exlaq û wijdanê mirovahiyê ye. Heya vê kêliyê saziyê mafê mirovan her wiha civaka navneteweyî di nav bêdengiyek  de ne, helwestek cidî nîşan neda ne. Bêdengî tê wateya piştgirî dayîna DAÎŞ’ê û hevkarên wan PDK’ê.”
 
‘Bi yekîtiya jinan em ê hesab bixwazin’
 
Di dawiya daxuyaniyê  de hat diyar kirin ku bi yekîtiya jinan wê hesab ji sûcdaran bixwazin û wiha hate gotin: “Bêguman , ev bûyera bi êş hêrsa me li hemberî dijmin  mezin dike. Bi têkoşîn, berxwedan û yekîtiya jinan emê hesabê vê bûyerê û fermana 2014’an bixwazin û dengê xwe ji bo xweparastinê bilind bikin. Di dawî de em wek Tevgera Azadiya Jinên Êzidî bang li tevahî jinan, saziyên civakî û mirovên demokrat dikin ku ji bo darizandina DAIŞ’ê û hevkarên wan PDK ê, em bi hev re dengê xwe ji bo edaletê bilind bikin.”   
 
Daxuyanî bi dirûşmeya “Jin Jiyan Azadî” bi dawî bû.