Çalakiya 'Deng bide azadiyê': Em li gel girtiyan ne

  • 16:10 3 Hezîran 2024
  • Rojane
 
AMED - Xizmên girtiyan ku li Amedê li ber girtîgehêa çalakiya "Deng bide azadiyê" li dar xistin, diyar kirin ku ew ê çalakiya xwe hat tecrîd bi dawî bibe bidomînin.
 
Çalakiya ji bo balkişandina ser berxwedana li girtîgehan a ji bo çareseriya demokratîk a pirsgirêka Kurd û azadiya fîzîkî ya Rêberê PKK'ê Abdullah Ocalan li ber Girtîgeha Tîpa D ya Amedê didome. Federasyona Komeleyên Piştevaniya Hiqûqî ya bi Malbatên Girtî û Hukumxaran re ya MED'ê (MED TUHAD FED), Tevgera Jinên Azad (TJA), Partiya Wekhevî û Demokrasiyê ya Gelan (DEM Partî), Partiya Herêmên Demokratîk (DBP) û Dayikên Nobeda Edaletê beşdarî çalakiyê bûn.
 
'Em bi girtiyan re li ber xwe didin'
 
Di çalakiya ku di bin dorpêça polîsan de pêk hat de Hevserokê MED TUHAD FED'ê Kerem Canpolat axivî û diyar kir ku heta tecrîd bi dawî bibe dê çalakiya xwe bidomînin. Kerem anî ziman ku ew li cem girtiyên siyasî yên li girtîgehan e.
 
Li dijî dorpêçê çalakiya rûniştinê
 
Li aliyê din Dayikên Aştiyê yên di çalakiyê de hatin astengkirin gelek caran bê navber dirûşmên "Girtiyên siyasî rûmeta me ne", "Bijî berxwedana zindanan", "Maf, hiqûq, edalet" berz kirin. Li dijî dorpêçê çalakiya rûniştinê hat destpêkirin. Piştî demekê çalakî bi dawî bû.