TJA li dijî rejîma qeyûm banga têkoşînê kir

  • 13:55 3 Hezîran 2024
  • Rojane
 
NAVENDA NÛÇEYAN - TJA, da xuyakirin ku hikûmeta AKP-MHP'ê di çarçoveya "Plana Têkbirînê" de Şaredariya Colemêrgê desteser kiriye û li dijî rejîma qeyûm banga têkoşînê kir.
 
Bertekên li dijî tayînkirina qeyûm a li Şaredariya Colemêrgê ya DEM Partî û binçavkirina Hevşaredar Mehmet Sîddik Akiş didomin. Tevgera Jinên Azad (TJA) di daxuyaniya xwe ya nivîskî de da xuyakirin, ku desthilatdariya AKP-MHP'ê dijminatiya li dijî jin û Kurdan veguherandiye polîtîkaya îmhayê ya berfireh.
 
Di daxuyaniyê de hate diyarkirin ku hikûmeta AKP-MHP’ê di çarçoveya "Plana Têkbirînê" de îradeya gel bi taybet jinan desteser kiriye û bi tayînkirina qeyûman Şaredariya Colemêrgê desteser kiriye û Hevşaredar Mehmet Sîddik jî bi awayekî derhiqûqî binçav kiriye. 
 
Daxuyaniyê wiha dewam kir: “Çawa ku hemû gelê me di serî de jin û rêxistinên girseyî yên demokratîk li Wan û Hîlwanê piştgirî da vîna xwe, em bawerin ku hûn ê li Colemêrgê jî heman îradeyê nîşan bidin. Li ser vê bingehê em bang li gelê xwe yê hêja di serî de jin û hemû rêxistinên girseya demokratîk dikin ku li dijî desthilatdariyê têbikoşin.”