Li gelek bajaran çalakiyên şermezarkirinê

  • 13:06 3 Hezîran 2024
  • Rojane
NAVENDA NÛÇEYAN - Tayînkirina qeyûm a li Şaredariya Colemêrgê dê li gelek bajaran bê protestokirin. 
 
Hevşaredarê Colemêrgê Mehmet Siddik Akiş ji peywirê hate girtin û li şûna wî qeyûm hate tayînkirin. Ji bo protestokirina biryarê dê li gelek bajaran daxuyanî were dayîn. 
 
Bajarên Amed, Çewlig û Êlihê jî di nav de dê biryar li gelek bajaran bên protestokirin. 
 
* Amed: Saet di 15.00’ê de li pêşiya Ceylan AVM’ê 
 
* Dêrsim: Saet di 17.30’ê de li Kolana Hunerê 
 
* Çewlig: Saet di 13.00’ê de li pêşiya avahiya DEM Partiyê ya Bajar 
 
* Êlih: Saet di 13.30’ê de li pêşiya avahiya DEM Partiyê ya bajar